Hewl dide ku tundiya li ser zarokan bi pêngavê bidawî bike
Seroka komeleya ‘Melî’ û çalakvana mafên mirovan Ibtîsem Leşkir diyar kir ku pêngava ‘Zaroktiya bi Ewle’ ji bo bi dawîkirina tundiya li ser zarokan hatiye destpêkirin û ewê zarokan biparêze.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-almadt-jpg2167f5-image.jpg)
HENAN HERÊT
Mexrib- Di nava zêdebûna metirsiyên derbarê tundiya li dijî zarokan a li herêma bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn de, hewldanên ji bo bidawîkirina vê tundiyê jî berdewam dikin. Yek ji van hewldanan jî, pêngava komeleya "Melî" ya Mexribî ye. Komeleyê pêngavek bi navê "Zaroktiya bi ewle" li dar xist. Armanca pêngavê, şikandina bendên bêdengiyê yên li hember vê pirsgirêkê ye. Ew jî bi rêya amûrên fêrbûnê, lîstokên elektronîk, pirtûkên hişyarkirinê tê meşandin. Zimanên pêngavê, Erebî, Ingilîzî û Fransî ye. Di van amûran de ji bo zarok û malbatên wan rêyên parastina ji vê pirsgirêkê tên nîşandan.
'Pêngav ji bo parastina zarokan û hişyarkirina malbatê ye'
Seroka komeleya "Melî" û çalakvana mafên mirovan Ibtîsem Leşkir bal kişand ser xeteriyên li pêşiya zarokên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin û wiha got: "Destdirêjiya li ser zarokan û tundiya li dijî wan, çend ji kiryarên herî hovane ne ku bandorê li derûniya zarokan dike. Pêngava me jî, ji bo danasîna mafên zarokan û parastina wan a ji vê kiryarê ye. Her wiha malbet jî tên hişyarkirin. Ev pêngavek teknolojîk e. Lîstokên elektronîk mîna amûrek fêrbûnê ji bo zarokan tên bikaranîn."
'Tengasiyên ku derdikevin pêşiya pêngavê'
Ibtîsem Leşkir bal kişand ser tengasiyên ku di meşandina pêngavê de lê rast tên û wiha got: "Tundiya li ser zarokan, li hin dewletên herêmê hê jî bi berxwedana çandî re rûbirû dimîne. Ev yek jî tengasiyan di pêşxistina pêngavê de ava dike. Tengasiyên herî zêde derdikevin jî, zimanê cudekariya di nava zayendan de ye. Ev yek jî dihêle nivîsên hişyarkirinê bi zimanê mêr zêde bên nivîsandin. Cudabûna zimanê di nav herêman de jî, ji bo me bû asteng. Ji ber vê yekê me hewl da ku em li gor herêman têgehan ji zaroakn re şîrove bikin.”
Ibtîsem destnîşan kir ku pêngav balê dikşîne ser peydakirina naverokek perwerdehiyê ku çarçoveya çandî li berçav digre. Îbtisem got ku pêşxistina pêngavê jî herî zêde bi pêşxistina malbatê û qebûlkirina wan ve girêdayî ye.
'Divê hevgirtinek herêmî ji bo têkbirina tundiyê bê xurtkirin'
Di dawiya gotinên xwe de Ibtîsem Leşkir tekez kir ku tevî zêdebûna pêngavên hişyarkirinê, hê jî diyardeya tundiya li ser zarokan berdewam e. Ibtîsem ev tişt gotin: "Kesên ku ji bûyerê rizgar bûne, ji ber tirsê nikarin van kiryaran eşkere bikin. Ev yek jî dihêle ku tundiya li ser zarokan tevî hewldanên lidarxistina pêngavên hişyarkirinê, berdewam bibe. Bêdengî jî dihêle ku diyardeyên bi vî rengî di nava civakê de belav bibin. Tundiya li ser zarokan ne tenê girêdayî ferasetê ye, ew îstismar û zilm e jî. Divê tavilê ev yek jî bê sekinandin. Şikandina bendên tirsê, gava herî mezin a guhertinê ye.” Ibtîsem bang li rêxistinên civaka sivîl, hikûmî û ragihandinê kir ku hevgirtina herêmî bipêş bixin da ku tundiya li ser zarokan bê rawestandin.