“Hewcye rêxistinên jinan li hemberî tundiyê hîn zêdetir kar bikin”

Jinên Başûrê Kurdistanê dan diyarkirin piraniya rêxistinan di bin berjewendiyê partiya xwe de kar dikin û ji ber aqlê mêrsalarî jin ne azadin.

TERZE TEHA
Silêmanî -  Li herêma Başûrê Kurdistanê her roja diçe tundiya li beramberî jinê zêde dibe, herçendî rêxistinên ku ji bo jina kar dikin hebe jî cardin pêşî li zêdebûna tundiya li bermaberî jinê nayê girtin. Li gora daneyên rêveberiyên giştî yên pêşîlêgirtina tundiya li beramberî malbat û jinan di çar mehên destpêka salê de hatî diyarkirin radeya şidetê radixe berçavan. Di nava çar mehan de sê hezar û 867 buyerên tundî û tujiyê, 37 destdirêjiyên zayendî û 38 buyerên xwe şewitandinê çêbûne. Ev danyane radixe berçavan ku pêdivî bi hişmendîkirinê heye û divê rêxistinên jinan bi semîner û perwerdeyan jinan şiyar bikin. Di derbarê vê tundîtujiya li beramberî jinê ku her roja diçe zêde dibe de jinên endamên Rêxistina Jinên Azad yê Kurdistanê (RJAK) ê ji ajansa mere axivîn.
“Rêxistinên Germiyan bi tenê ne”
Endama RJAK’ê ya Germiyanê Suham Mehmud da zanîn ku herçendî jin kar ji bo hişyarîkirina jinan kar dikin jî kêm dimine û wiha got: “Ji ber zêdebûna aqlê mêrsalarî kar û seminerên rêxistinan encam nagre. Divê hertim xebat li ser vê yekê were meşandin û jin li beramberî tundîtujiyê bêdeng nebin. Rêxistinên dinê dikarin karê xwe bikin lê belê rêxistina me kengê bêjin emê li diji tundîtujiya li bermaberî jinê deng derbixwin divê em herin desturê bigrin. Destur nadin em karê xwe jî bikin. Em jî weke rêxistin hertim karê xwe dikin, di derbarê vê de semîner em didin û kovaran belav dikin. Heta cihekê em jinan şiyar dikin. Pêwîstê hîn zêdetir jin were şiyarkirin da ku ji aqlê mêr dur bikevin da ku bikarin pêşî li tundîtujiya li bermaberî jinê bê girtin.”
“Hinek rêxistinên jinan bi aqlê mêr dixebitin”
Endama RJAK’ê ya herêma Pencewîn Tanya Kerîm jî di derbarê tunditujiya li bermaberî jinan tê kirin de wiha got: “Niha navçeya me heta astekê ji tundî û tujiyê dure. Niha jî herêma Kurdistanê dibin dagirkeriyek ya çandî deye, ger em li van deveran kar nekin ew gef û metirsiya li ser kuştina jinan heye wê derbazî herêma Pêncewîn jî bibe. Li Pêncewîn çend rêxistinên jinan hene, lê belê heta niha qet karek ji bo jinan nekirin e. Ew bi xwe partîne û dibin berjewendiyê partiya xwe de kar dikin ku partiyên wan jî bi aqlê mêr bi rêve diçe. Ji ber wê tenê navê wana hene.”
“Semînerên ji bo jinan tê dayîn li gora pêwîst nayê pêşwazîkirin”
Jina ciwan ya bi navê Dîdar Mehdawî ya ji navçeya Derbendîxan jî wiha behsa rewşa jinên wê navçeyê dike û dibêje: “Gelek rêxistin hene lê belê hemû di berjewendiyên partiyên xwede kar dikin. Navend hene karê xwe dikin lê karê wan çî sudê li jinan dike ew cudaye. Navçeya derbendîxan navçeyek biçuke li vêderê kar tê meşandin lê belê hîna jî kêmasî hene, jin hîna jî gotinên kesên cûda di tirsin û nikarin bi azad biçin hemû cihan. Kêmaniyên têgihiştin û zanînê gelek di navbera her dû aqlan de heye. Ew semîner û perwerdeyên ku tên dayîn li gora pêwîst nayê pêşwazî kirin. Divê hewil were dayîn ku jin werin şiyarkirin û di asta fikrê rewşenbirî de were perwerde kirin. Ji ber jin dayika nîvê civakê ye û nivê din jî perwerde dike.”