Hevserokên DEM’ê û DBP’ê li Colemêrgê bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan

Hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê li Colemêrgê bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan. Peyam dan ku wê li dijî zîhniyeta faşîst bi gel re têkoşînê bidomînin û xwedî li partî, îrade û hevşaredarên xwe derbikevin.

Colemêrg- Berxwedana li Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûm didome. Hevserokên giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogûllari, hevserokên giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî yên bajar re civiyan. Civîn, li avahiya Platforma Şaxan a KESK’ê hat lidarxistin û têkildarî xespa qeyûm û pêvajoya li pêş nîqaş hatin kirin.

‘Her kes li dijî qeyûman e’

Destpêkê Tulay Hatîmogullari axivî û diyar kir ku qeyûmê hatiye tayînkirin, derbeyeke li dijî demokrasî û gelê Kurd e û wiha got: “Bi xwe dibêjin ne derbe ye û Erdogan radibe vê diparêze. Yên ku welat weke Kurd-Tirk dabeş kirine û welat mîna çeteyan birêve dibin, ew in. Yên hiqûqê nas nakin ew in. Erdogan û şirîkê wî yê biçûk welat ber bi karesatê ve dibin. Dîmenên leşkeran ên li pêşiya walîtiyê, dîmenên derbeyê ne. Eşkere ye ku dê tayînkirina qeyûman li bajarên din ên Kurdistanê jî bidomînin. Em li vir wan hişyar dikin; dê kesek êdî destûrê nede rejîma qeyûm. Li Tirkiye û Ewropayê her kes ji rejîma qeyûm re dibêje na. Ya ku tê kirin derbe ye.”

‘Em ê hemû bi hev re li dijî derbeya bi navê ‘qeyûm’ têkoşînê bidomînin’

Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku mîna doza kûmpasê ya Kobanê, biryara tayînkirina qeyûm jî li qesrê hatiye dayîn û wiha domand: “Ev doz hemû jî dozên siyasî ne û heta biryar neyê dayîn divê hevşaredar ji peywirê neyê girtin. Piştî biryara teqez divê meclis bi xwe hevşaredarê xwe hilbijêre lê bi tayînkirina qeyûm re em veguherandin Serdema Navîn. Ji ber ku tenê di qraltî, padîşahtî û rejîmên faşîst de li şûna kesên hatine hilbijartin kes tên tayînkirin. Em ê tevî hemû derdoran têkoşîna li dijî rejîma qeyûm bidomînin. Divê dengên li Tirkiyeyê zêdetir bibin û dem dema sekna li dijî rejîma qeyûm e. Ev desthilatdarî nerewa ye û ji hêzê ketiye.” 

‘Colemêrg cihekî stratejîk e’

Tuncer Bakirhan jî di axaftina xwe de got: “Me bi dehan caran got Kurdan nas nakin û gelek caran îradeya wan xesp kirine. Me di 31’ê Adarê de dît ku ev bi kêr nayê. Xelkên Kurdistan û Tirkiyeyê qerta zer nîşanî van xespkarên îradeyê, desthilatdariya nelirêtî, bêusûlî û zilmê dan. Lê xuyaye ku qerta sor dixwazin. Ji bo ev pergala zilmê bi dawî bibe em ê li gel kedkar û hêzên demokrasiyê têkoşîneke mezintir bimeşînin. Colemêrg cihekî girîng û stratejîk e. Serkeftina we ya di her hilbijartinê de di dilê wan de birîn e. Lê bila ev birîn kûrtir bibe û Xwedê hesabê ji van kesên vê zilmê dikin bipirse. Berxwedana 40 salî ya xelkê Colemêrgê wan aciz dike. Colemêrg li ser sînorê Iraq û Îranê ye û ev yek çavbirçîtiya wan zêdetir dike. Bi karûbarên krîmînal re mijûl in. Bi çete û mafyayan re tevdigerin. Bi diziya li vir re dixwazin xwe li ser lingan bigrin. Wezîrê karên sûcan ji bo wan karan Colemêrgê girîng dibîne. Ji ber gelek sedeman çav berdane vê derê û qeyûm tayîn kirin. Em dipirsin, baş e gelê Kurd çi bike? Dibêjin ‘doza hevşaredar hebû.’ Gelo ma kesek we doz lê venekiribe maye? Tenê bi derewa dozê hewl didin raya giştî ya Tirkiyeyê bixapînin.

‘Li vî welatî hiqûqa Kurdan çi ye?’

Tuncer Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de got ku desthilatdarî ne tenê dijminê siyaseta Kurd, her wiha dijminê Kurdan e jî û wiha domand: “Dijminê ziman, çand û rêveberiyên herêmî yên Kurdan e. Di çavên wan de Kurd dijmin in û hemu sûcdar in. Her Kurdek xwedî li rûmet û nasnameya xwe derdikeve ji bo wan gef e. Ji bo tayînkirina qeyûman li hincetan digerin. Şaredarê Kepezê hat girtin lê çima qeyûm tayîn nekirin û meclisa şaredariyê serokê nû hilbijart? Lê dema mijar dibe Kurd, hiqûqeke cuda dikeve meriyetê. Tu çi zilm û hiqûqê li dijî Kurdan bixî meriyetê jî Kurd serê xwe li hemberî te natewînin. Kurdan tevî cînayetên kiryarên wan nediyar û girtîgehan jî dev ji doza xwe ya rewa bernedan. Em ji Erdogan dipirsin; hiqûqa Kurdan a li Tirkiyeyê çi ye? Êdî qebûl bikin ku hiqûqa mêtingeriyê ye. Bibêjin ku hiqûqa Kurdan tune ye.”

‘Em ê li ber xwe bidin û xwedî li partiya xwe derkevin’

Tuncer Bakirhan anî ziman ku Kurd dest ji têkoşîna xwe bernadin û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd wê dev ji têkoşîna xwe bernede. Em ê li dijî vê zihniyeta faşîst a li dijî gelê Kurd hiqûqa mêtingeriyê xistiye meriyetê li ber xwe bidin, xwedî li partiya xwe û îradeya xwe derkevin. Seyîd Riza û Şêx Seîdan serî tewand ku em îro li hemberî qeyûman serî bitewînin. Em bi berxwedana birûmet a gelê xwe re ne. Wê berxwedana me ya bi xelkê Colemêrgê re bidome. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê îradeya xwe biparêzin.”

‘Daxwaza gel a ji bo hilbijartinên pêşwext zêde dibe’

Tulay Hatîmogullari jî piştre bersiva pirsên têkildarî banga hilbijartina pêşwext û sîne-î mîllet da û wiha got: “Jixwe me berê xwe daye gel. Me tu caran parlamento weke qada têkoşînê nedît. Em her dem di nava gel de ne. Lewma jî ev mijar di rojeva me de tune ye. Em li her qadê bi gelê xwe re têdikoşin û parlamento jî yek ji wan qadan e. Ji bo eleqeya wê ya bi hilbijartinê re jî wiha bibêjim; xwe vekişandina me ya meclisê bi tena serê xwe têr nake. Helbet daxwaza gelên Tirkiyeyê ya di vê mijarê de zêde dibe. Gelek sedemên vê hene. Di rewşeke qeyûm tên tayînkirin û mafê bijartin û hilbijartinê ji holê hatiye rakirin de mafê daxwaza hilbijartina pêşwext a partiyên siyasî û gel heye. Piştî daxuyaniyan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.