Hevseroka OHD’ê: Hiqûq bû amûra kûrkirina tecrîdê

Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter diyar kir rewşa rêgirtin û bê agahî ya li Girtîgeha Îmraliyê, hemû nirxên hiqûqî ji holê rakiriye, hiqûq bûye amûra ku tecrîdê kûrtir dike û behsa xebatên ku dê ‘Li dijî tecrîdê hewldana edaletê’ bike kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 42 meh in tu agahî nayê girtin. Her roja diçe tecrîd girantir dibe, li dijî bêhiqûqiya ku tê kirin, bêdengiya saziyên navneteweyî tê rexnekirin. Ji bo ku li ser tecrîdê nîqaş werin kirin û bikeve rojeva raya giştî, ‘Li dijî tecrîdê hewldana edaletê’ ya ku parêzvanên mafên mirovan, parêzer û Dayikên Aştiyê jî di nav de ne hat avakirin. Hewldana ku dê bi daxwaza li dijî tecrîdê edalet û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dest bi xebatan bike; dê li her derê behsa tecrîda ku li ser civakê ye were kirin.

Em bi hevseroka giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter re li ser tecrîdê û li ser ‘Li dijî tecrîdê hewldana edaletê’ axivîn.

‘Vê girtîgeha giravê ji roja ava bûye ve heta niha çavkaniya pirsgirêkan e’

Ekîn Yeter diyar kir di rewşa heyî de hiqûq bûye amûrek ku tecrîdê kûrtir dike û bal kişand ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê merhele bi merhele hatiye kûrkirin û got: “Vê girtîgeha giravê ji roja ku hatiye avakirin ve heta niha, di warê siyasî û civakî de bûye cihê çavkaniya gelek pirsgirêkan û mekaneke girtinê. Li ser birêz Ocalan û hersê girtiyên din, tora tecrîdê û îzolasyona ku merhele bi merhele kûrtir dibe hatiye avakirin. Vê girtîgeha ku ez behsa wê dikim, ji roja komploya navneteweyî heta niha, pêkanînên ku her diçe girantir dibin hene. Me dît ku li Girtîgeha Îmraliyê, pîvanên hiqûqê jî weke amûra kûrkirina tecrîdê hatin pêkanîn.”  

‘Divê bandora tecrîdê ya li ser civakê di rojeva hemû kesan de be’

Ekîn Yeter da zanîn ku li ser pêvajoyê nîqaşên girîng tên kirin û di encama van nîqaşan de hewldan hatiye avakirin.  Ekîn Yeter diyar kir ku hewldana ji Dayikên Aştiyê, parêzvanên mafên mirovan û parêzeran pêk tê, li dijî tecrîdê daxwaza edaletê kiriye, ji bo vê rewşa ku tu têkilî nemaye bi dawî bibe û hevdîtin çêbibin dê xebatan bimeşîne. Ekîn Yeter di berdewamiya axaftina xwe de ev agahî dan:

 “Bi zexta muxalefeta civakî, têkoşîna parêzvanên mafan û çalakiyên girtiyên siyasî, dem bi dem rejîmek ku tecrîdê kêm dike hebe jî piştî pêvajoya çareseriyê, bi polîtîkayên şer ên hatin pêşxistin re, faşîzmê ji xwe re xeta avakirinê çêkir. Di vê çarçoveyê de Girtîgeha Girava Îmraliyê, bû mekanê ku gelek binpêkirin lê pêşîn hatin kirin. Li vê cihê ku bêhiqûqî lê heye, bandoreke neyînî li ser tevahî jiyana me çêbûye. Em her dem tînin ziman ku li vê derê gelek binpêkirin bi tecrîdê re têkildar in. Em difikirin ku pêdivî pê heye em vê rastiyê, vê rewşa ku li ser gelek tiştan bandorê çêdike vebêjin û li ser bixebitin. Pêdivî bi hinek hewldanên ku li ser bandora civakî ya tecrîdê nîqaş bike û xebatan bimeşîne heye. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê yan jî li girtîgehên din heye, civak ji ber van polîtîkayên şer di bin tecrîdê de ye.”

‘Polîtîkayên şer û êrişan tecrîdê kûrtir dikin’

Ekîn Yeter li ser bandorên tecrîdê jî axivî û bal kişand ku çavkaniya hemû krîzên ku civakê dijî tecrîd e. Ekîn Yeter diyar kir ku hem di warê aborî, hem di warê ekolojîk, hem jî di warê civakî de, ji ber polîtîkayên desthilatdariyê, gel ketiye rewşeke ku nikare bêhnê bigre û got ku bi polîtîkayên şer êriş bi awayê sîstematîk didomin.

Ekîn Yeter bak kişand ku bêdengiya heyî, dibe sedem ku tecrîd li her derê were pêkanîn û wiha domand: “Tecrîd ne tenê li girtîgehan, li tevahiya civakê belav bû. Li girtîgehan nêzikahiya li girtiyên nexweş, an jî di dema pandemiyê de quralên kêfî yên zêde bûn çend ji van mînakan e. Ji derveyî vê, ger em ji girtîgehan werin ser civakê, em dikarin behsa qirkirina li ser xwezayê ya di salên dawî de zêde bûne jî bikin. Agirê ku derdikevin, jêkirina daran, hemû li dijî paradîgmaya ekolojîka a li Kurdistanê tê pêşxistin tên kirin. Bi qirkirina ekolojiyê, jiyan tê hedefgirtin û rewşa tecrîdê derdikeve holê. Her wiha divê krîza aborî ji vê cuda neyê dîtin. Polîtîkayên şaş û şer ên ku li Kurdistanê hatine pêşxistin, sedema krîza aborî ne. Di rewşa heyî de em dibînin ku civak êdî nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne. Ev hemû ji polîtîkayên şerxwaz çavkaniya xwe digrin.”

‘Ji bo şikandina tecrîdê me pêdivî bi avakirina xeta têkoşînê dît’

Ekîn Yeter da zanîn ku bi hewldana ku hatiye avakirin, ew ê tecrîdê li her derê bînin rojevê, nîqaşên li ser tecrîdê zêdetir bikin û got ku hedefa wan ew e hem bi desthilatdariyê hem jî bi partiyên muxalefetê re hevdîtinan bikin.

Ekîn Yeter, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di civakê de rewşeke bê îdelolojî û bêçareserî heye. Wekî din jî êrişên li ser daxwazên gelê Kurd an jî avêtina qeyûm, dema ku em hemûyan bi hev re difikirin, dibînin ku pêdivî heye weke aktivîstên mafan, ji bo şikandina tecrîdê divê em têkoşînê bimeşînin. Ji bo ku ev nîqaş hinek kamiltir werin kirin û bikevin raya giştî ya Tirkiyeyê, em bikaribin bi hemû kesan re nîqaşan bikin me hewdan ava kir. Ev xebata di rojeva gelek parêzvanên mafan û saziyan de ye. Ji bo vê xebata hevpar, komeke bi hêz hat avakirin. Em ê xebata xwe bi axaftin û nîqaşan bikin. Di demên pêş de em ê ji bo bi muxatabê sereke re hevdîtinê bikin gavan bavêjin.”