Hevseroka Navçeya Nisêbînê Remziye Bayhan hat berdan

Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Nisêbînê Remziye Bayhan û Hevseroka berê ya navçeyê Bedîa Adîguzel ku di 12'ê Kanûnê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Remziye Bayhan û Hevseroka berê ya navçeyê Bedîa Adigûzel ên li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 12’ê Kanûnê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Karûbarên wan ên li emniyetê bi dawî bû.

Remziye Bayhan û Bedîa Adîguzel ên ku piştî karên polîsan sewqî Edliyeyê hatin kirin, piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Bedîa Adîguzel û Remziye Bayhan ên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin, serbest hatin berdan.

Piştî bûyera 25'ê Tîrmehê ya li Nisêbînê ku endama YJA-Starê Kader Acar jiyana xwe ji dest da Remziye Bayhan û Bedîa Adîguzel hatibûn binçavkirin û berdan. Hate hînbûn ku her du kes jî bi heman hincetê careke din hatine binçavkirin. Hat hînbûn ku piştî dozgerê nû li ser dosyayê hat tayînkirin operasyona binçavkirinê hat kirin. Hat zanîn ku dozgerê nû daxuyaniya HPG'ê ya der barê Kader Acar de weke "delîlên nû" nirxandiye û li ser vê daxwaza biryara operasyonê kiriye.

Hat hînbûn ji herdu navan pirsa “Erka Kader Acar a HPG di daxuyaniya xwe de qal dike çi ye, hûn dizanin” hatiye pirsîn.