Hevseroka Meclisa Şengalê Xezal Reşo: Emê hewil bidin a herî baş bikin
Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo ya cardin bi piraniya dengan hat hilbijartin û dê cardin peyîwira xwe dewam bike got: “Bi daxwaza gel cardin em hatin hilbijartin. Emê jî hewl bidin layiqê gel bin, em pêkêfxweşin ku em xizmeta gelê xwe dikin. Ji bo kêmaniyên berê em rexnedayina xwe didin gel, emê ji vir û şûn ve hewl bidin ya herî baş bikin.”

Şengal - 4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) duh bi beşdariya 250 delegeyan bi dirûşma “Rêveberiya Xweser Pira Xwegihandina Azadiyê ye”pêk hat. Di dawiyê kongreye de hevserokên meclise û 111 endamên meclise hatin hilbijartin. Endamên meclisê yên duh hatine hilbijartin îro li hev kombûn û bi sondxwarinê dest bi karê xwe kirin.
Her wiha Dîwana Desteya Rêvebir a Şengalê ku ji du hevserok û sê cîgiran pêk tê jî hate hilbijartin. Civînê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî merasîma sondxwarinê, Hevserokên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo û Haşim Hecî axivîn.
Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo bi van gotinan biryardariya xwe ya ji bo xebatên nû dane pêşiya xwe anî ziman: “Kar û xebatên ji me hatine xwestin heya astekî hatin meşandin. Gelek pilan li ser me hebûn, dixwestin me asteng bikin lê me kar û xebatên xwe li gel hemû astengiyan jî dan meşandin. Weke rêveberiya meclisê tiştê ji destê me dihat me kir. Bi daxwaza gel cardin em hatin hilbijartin. Emê jî hewl bidin layiqê gel bin, em pêkêfxweşin ku em xizmeta gelê xwe dikin. Ji bo kêmaniyên berê em rexnedayina xwe didin gel, emê ji vir û şûn ve hewl bidin ya herî baş bikin.”
Piştî axaftinan Dîwana Desteya Rêvebir hate hilbijartin. Dijwar Feqîr û Rîham Hesen wek hevserokên nû yên Desteya Rêvebir hatine hilbijartin. Her wiha Azad Hisên, Faris Herbo û Cîhan Celo wekî cîgir hatin hilbijartin.