Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk: Li Suweydayê nirxên civakê tên binpêkirin

Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Evîn El-Hecî bal kişand komkujiyên ku li Suwyedayê ji aliyê çeteyan ve tê kirin û got "Ev li ser navê olê heqareteke mezin e, ji ber ku ti ol kiryarên wiha qebûl nake."

ESMAA MUHEMED

Qamişlo – Li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê ku piranî gelê Durzî lê dijîn, komkujiyên ji hêla çeteyên girêdayî HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) a cîhadîst ve tên kirin, didomin. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ji bo jinên Sûriyeyê yên li Suwêda û peravên Sûriyeyê aşkera kirin. Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Evîn El-Hecî tekez kir ku ol nikare bibe hinceta kuştinê û Îslama demokratîk nêzîkatiyek e ku banga edalet, wekhevî û toleransê dike.

Evîn El-Hecî girîngiya jiyana hevbeş a di navbera ol û baweriyan de li herêmê destnîşan kir û got: "Konseya Ol û Baweriyan nûnerên mezhebên cûda di bin yek banî de, di modelek de ku biratî û rêzgirtina hevbeş bipêş dixe, tîne cem hev. Bi riya Hevpeyama Civakî bandora Meclîsa Ol û Baweriyan derket holê ku nûnerên hemû ol û baweriyên herêmê, ji Îslam, Xiristiyanî, Zerdeştî, Îsmaîlî û Elewîtiyê, di nav xwe de dihewîne. Ew nirxên biratiya mirovan û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de, nîşan dide û azadiya olan li herêmê tê peydakirin."

Li Suweydayê nirx û olên civakê tên binpêkirin

Evîn El-Hecî di nav gotinên xwe de bal kişand ser bûyer û pevçûnên ku li Suwêdayê diqewimin û wiha axivî: "Kuştinên ku vê dawiyê li bajarê Suweydayê li ser bingeha olî qewimîn, ew binpêkirina nirxan û xirabkirina armancên olî ne. Hemû pirtûkên îlahî rijandina xwîna bêgunehan qedexe dikin. Di Rêveberiya Xweser de, di nav ol û baweriyên cuda de ahengek û rêzgirtinek dualî heye, ev jî encama lêgerînek rastîn a jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de ye. Lê binpêkirinên ku li Suwêda û peravên Sûriyeyê li ser navê olê li dijî gelê me têne kirin, wêneya Îslamê xirab kirine û ji cewherê wê yê rastîn derxistine."

'Jinên parastina rûmeta xwe dikin tên qetilkirin'

Evîn El-Hecî da zanîn ku jinên Suweydayê ji bo parastina ax, zarok û rûmeta xwe çek hildane, lê rastî kuştinê hatine. Evîn got: "Ev li ser navê olê heqareteke mezin e, ji ber ku ti ol kiryarên wiha qebûl nake. Kuştina mirovekî ne nirxek Îslamê ye. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtina xwe bi hemû jinên Sûriyeyê re ên ku di parastina mafê jiyan û rûmetê de hatine qetilkirin, nîşan dan. Em banga avakirina civatekê li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û nirxên etlaqî dikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perçeyek ji Sûriyeyê ye. Divê dawî li şer û wêraniyê bê anîn."