Hevseroka HDP’ê ya Sîncanê hat revandin û tehdîd kirin
HDP a Enqerê têkildarî revandina Hevseroka wan a Sîncanê Fatma Kiliçarslan a hatî revandin daxuyanî da.
Enqere - Hesveroka HDP a navçeya Sîncana Enqerê Fatma Kiliçarslan dema ji malê derdikeve ji aliyê hinek kesên xwe weke polîsan nîşandayî ve hat revandin û tehdîdkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê têkildarî revandina Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya navçeya Sîncanê Fatma Kiliçarslan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.
Parlamenter Tulay Hatimogullari û rêveberên partiyê beşdarî civînê bûn.
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu da zanîn ku revandina hevseroka navçeya wan a navçeya Sîncanê Fatma Kiliçarslan domandina zîhniyeta 12’yê Îlonê ya dixwazin mirovan birevînin û winda bikin e.
“Tu wê carek din çavê xwe li Cerablûsê vekî”
Fatma Kiliçarslan jî wiha behsa bûyera revandinê ya bi serê wê hatî kir: "Ez di 8’ê îlonê de ez ji kar derketim û min berê xwe da malê. Kesên ku xwe wek polîsan dan nasîn bi darê zorê min li wesayîtê siwar kirin û revandin. Ev kesan nêzî 45 deqîqeyan min di wesayîtê de desteser kirin û ez bi gef û heqaretan re rûbirû mam. Wan polîsan gefa ‘Em ê Enqereyê li te teng bikin. Tu wê carek din çavê xwe li Cerablûsê vekî. Tu yê li serê çiyayekî xwe tazî bibînî’. Dibe ew pêşiya me bigirin lê wê nikaribin têkoşîn û xebata me asteng bikin.”
Tulay Hatimogullari jî da zanîn ku gelek bûyerên wiha revandinê çê dibin û wê kes nikaribe bi HDP’ê paş ve gav bide avêtin. Tulay, destnîşan kir ku polîsan di gefa xwe ya ‘Cerablûsê’ de eşkere kirine ku li Sûriyê di nav wan çekdaran de çi kare wan heye û îqtidar çawa ketiye pey şerek qirêj.