Hevseroka HDP’ê ya bajarê Mûşê Balma Nêrgiz hat binçavkirin

Rayedarên Tirk avêtin ser mala Hevseroka bajarê Mûşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Balma Nêrgiz û ew binçav kirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê polîsên tirk di 11'ê Tebaxê de avêtin ser mala hevseroka bajarê Mûşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Balma Nêrgiz û ew binçav kirin.
Polîsan di serdagirtinê de li mala Balma Nêrgiz lêgerîn kirin û dûre wê binçav kirin û birin şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Ewlekariyê ya Hêzên Polîsan.
Her wiha Dozgeriya Komarê ragihand ku dê Balma Nêrgiz çar rojan di bin çavan de bimîne û sedema binçavkirina wê heya vê kêliyê jî nehatiye zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku rayedarên tirk kampanyayên girtinê yên li dijî endam, aktîvîst û siyasetmedarên HDP'ê didomînin.