Hevseroka HDP'ê Bermal Nergîz hat binçavkirin
Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Bermal Nergiz danê sibehê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/10/20231023-20231023-bermal-nergiz-jpg13c217-image-jpg027fab-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Polîsan danê sibehê avêtin ser mala Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Bermal Nergiz. Bermal Nergiz ku di serdegirtinê de hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.
Bi hinceta "biryara nepenîtiyê" der barê sedema binçavkirinê de agahî ji parêzerê Bermal Nêrgiz ku xwest wê bibîne re, nehat dayîn.