Hevseroka HDP a Wanê ya girtî Yadîşen Karabûlak sirgûn kirin

Hevseroka HDP a Wanê ya berê Yadîşen Karabûlak a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtîbû bi hinceta testa vîrosa koronayê birin nexweşxanê û ji wê sirgûnî girtîgeheke dinê kirin.

Wan– 21’ê Cotmehê bi hinceta gtesta vîrosa koronayê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê ya berê Yadîşen Karabûlak, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku salek e lê girtîbû, birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê û ji wê sirgûnî girtîgeheke din kirin.
Haya malbat û parêzerên Yadîşen Karabûlak jê nîne ka birine sirgûnî kîjan girtîgehê kirine.