Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak berat kir
Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşide Toprak, ji doza bi îddiaya "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" jê dihat darizandin berat kir.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/05/20230516-20230516-690x390cc-amd-16-05-2023-naside-toprak-jpg07b470-image-jpg381222-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşide Toprak, ji doza bi îddiaya "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" jê dihat darizandin û 22 sal û 6 meh ceza jê re dihat xwestin, berat kir. Rûniştina dozê li 11'emîn Dageha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Naşîde tevlî rûniştinê nebû lê parêzerê wê Sabahattin Acar li rûniştinê amade bû.
Parêzerê Sabahattin Acar parastin kir û got çalakiyên muwekîla wî tevlî bûna di çarçoveya azadiya ramanê de ye. Heyet dadgehê biryara beratê da.