Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskin hêjayî Xelata Aştiyê hat dîtin

Odeya Bijîşkan a Amedê “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” dê bide Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn.

Amed - Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), di çarçoveya çalakî û şahiyên 14’ê Adarê Hefteya Tibê de ji sala 1995’an vir ve her sal bi kevneşopî “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” li dar dixe. Yên hêjayî xelatê hatine dîtin diyar bûn. Xelata îsal dê bidin Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn. Odeya Bijîşkan têkildarî diyarkirina xelatê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
Di civîna çapemeniyê de Seroka Odeyê Elîf Tûran axivî û da zanîn ku ew xelata îsal didin parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn a ku bi salane ji bo mafê mirovan xizmetê dike. 
Xelat wê di 14’ê Adarê Cejna Tibê de bi merasîmekê bidin xwediyê wê Eren Keskîn.