Hevserok hatin girtin û qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin

Hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan hatin girtin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ragihand ku qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê kiriye.

Navenda Nûçeyan- Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ku di 10’ê Çileyê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, duh sewqî dadgeriyê hatin kirin û hatin girtin. Wezareta Karên Hundir ragihand ku li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hatiye tayînkirin. 

Wezareta Karên Navxweyî, ragihand ku qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 3 endamên meclisê jî ji peywirê hatine dûrxistin.