Hevşaredarên Reqayê: Dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê siyaseta înkarê ye

Jinên Kantona Reqayê siyaseta dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û daxwaz kirin ku gel zêdetir têkoşîna xwe li dijî van binpêkirinan bilind bike.

SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM

Reqa- Şaredariyên Bakurê Kurdistanê, bajarên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê di 4’ê Mijdarê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin dagirkirin û qeyûm avêtin ser wan. Polîsan derdora şaredariya Êlihê dorpêç kirin lê bi hezaran kes bi rojan e li pêşiya şaredariyên xwe çalakiyan li dar dixin, bertekên li dijî tayînkirina qeyûm tînin ziman.

Ji bo şermezarkirina siyaseta dewleta Tirk a dagirker xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandan li dar xistin û ji bo şermezarkirina siyaseta dewleta Tirk daxuyanî dan.

Hevşaredarên kantona Reqayê bal kişandin ser girîngiya berxwedana gelê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî siyaseta AKP-MHP’ê û destnîşan kirin ku dagirkirina şaredariyan siyaseteke çewisandinê ye. Armanc ew e gelan ji mafên wan bêpar bihêlin.

‘Dagirkirina şaredariyan îlankirina şer e’

Hevseroka Şaredariya Gel a El Êkirşî ya kantona Reqayê Sar Sewan got: "Piştî AKP-MHP’ê şaredariyên Bakurê Kurdistanê dagir kirin, gelek çalakî hatin lidarxistin. Em dibêjin ev îlankirina şer e. Bi tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Mêrdîn Êlih û Xelfetiyê li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk hewl dide berxwedana gel û civakê têk bibe."

Sar Sewan bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta têkoşînê û berxwedana li hemberî siyaseta partiya AKP-MHP’ê ji aliyê gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve.

Hevseroka Şaredariya Gel a Retlayê Rîm El Xelîl got: "AKP-MHP hewl dide careke din şaredariyan dagir bike. Siyaseta dewleta Tirk zelal e. Hewl dide hemû destkeftiyên gelê Kurd desteser bike. Xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk a dagirker bi pêşengiya jinan û îradeya gelê azadîxwaz  berdewam dikin ji ber wê divê gel teslîm nebe û berxwedana xwe ya li dijî siyaseta înkarê de berdewam bike."

‘Dewleta Tirk a dagirker li dijî azadiya gelan e’

Hevseroka Şaredariya Gel a Kerameyê Ruqeye El Mihemed jî got: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî azadiya gelan e û mînaka wê kiryarên berdewam ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Mijar di hundirê Tirkiyeyê de jî ne cuda ye. Dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê siyaseta li dijî gelê azadîxwaz nîşan dide û dîroka dewleta Tirk mînaka herî berbiçav a dijminatiya gelan e. Tişta dewleta Tirk di hundir de dike îsbata lawazbûna li pêşiya îradeya gelan e. Beriya demekê behsa  aştiyê kir lê diyar e bi hîleyan careke din hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne."

Ruqeye El Mihemed bal kişand ser ser girîngiya berxwedana gel û diyar kir ku divê hemû kes destên xwe bidin hev, li dijî siyaseta înkarê bisekinin û wiha bi dawî kir: "Ev siyaset divê bandorê li berxwedana gel neke. Divê jin pêvajoya hesas birêve bibin û ji xwepêşandanên li Bakurê Kurdistanê re pêşengiyê bikin."