Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê peywir dewr girtin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, bi merasîmek peywir ji Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê yê berê Mûstafa Avci ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin dewr girtin.

Navenda Nûçeyan- Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, bi merasîmekî peywir dewir girtin.

Merasîma dewirgirtinê li avahiya şaredariyê hat lidarxistin û gelek kes tevli bûn. Di merasîma de destpêkê hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û wiha got: “Me bi bidestxistina 14 şaredariyan dîrokeke nivîsand. Xelkê Wanê bi îrade û berxwedana xwe du caran dîrokê nivîsand. Em bejna xwe li hemberî vê îradeyê ditewînin. Dost û dijmin em ê xizmeta xwe nîşanî her kesî bidin.”

‘Ev bexwedan encama berxwedana şehîdan û têkoşîna me ye’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin jî wiha got: “Gelê me berxwedaneke mezin raber kir. Gelek neheqî û bêexlaqî hatin kirin. Xwestin bi vê derhiqûqiyê deriyeke nû vekin lê gelê me ew derî bi ser wan de girt. Êdî dema qeyûmek tayîn bikin dê gelek bifikirin û wisa tevbigerin. Xelkê Wanê mirûzê her kesî xweş kir. Bedelên giran da û xwedî rûmeteke mezin e. Ev bexwedan, encama berxwedana şehîdan û têkoşîna me ye.”

‘Roj roja xebatê ye’

Hevşaredar Abdullah Zeydan jî ev tişt anî ziman: “Gelê me tu caran qeyûm nepejirand û li cem partiya xwe cih girt. Me her 14 şaredarî jî xespa qeyûman rizgar kirin û kirin şaredariyên gel. Ev ked a gelê me ye, ew bi ser ketin. Em ê bi hev re vê şaredariyê birêv bibin û dest bi xizmetê bikin. Roj roja xebatê ye.”

‘Serkeftin a gelê Wanê ye’

Herî dawî jî hevşaradara Wanê Neslîhan Şedal axivî û wiha got: “Tu tiştek ji îradeya gel mezintir nîn e û tu kes nikare xesp bike. Ev berxwedan nîşan dide bê ka îradeya gelê me çiqas mezin e. Me di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bedelên giran dan. Em wan hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ê riya wan bişopînin. Em ê ji gelê xwe re xizmetê bikin. Em ê keda xwe ji xespa qeyûman rizgar bikin. Em ê bajarê xwe bikin navenda jin, ciwan, ekolojî û hilberandinê. Serkeftin a gelê Wanê ye.”

Piştî axaftinan jî peywir hat dewrkirin.