Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi piştgiriya gel dest bi erka xwe kirin

Bi hezaran kesan hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê yên mazbatayên xwe girtin bi coşeke mezin pêşwazî kirin, bi dirûşma "Amed a me ye şaredarî ya me ye" ketin avahiya şaredariyê.

Navenda Nûçeyan- Li Amedê Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û hevşaredarên navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Amedê mazbatayên xwe girtin.

Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî bi hevşaredaran re bûn.

Bi hezaran kesan re meşiyan

Piştî wêneyê ku li ber Lijneya Hilbijartinê ya Amedê hat kişandin derbasî Qada Şêx Seîd bûn. Bi hezaran kesên li qadê kom bûn bi çepikan Dogan Hatûn û Serra Bûcak pêşwazî kirin. Dogan û Bûcak bi girseyê re ber bi şaredariyê ve meşiyan. Di meşê de dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Pankarta “Qeyûmtiya xeyalî li vir veşartiye” hat daliqandin

Dogan Hatûn û Serra Bûcak bi girseyê û bi çepikan ketin avahiya şaredariyê. Hat dîtin ku bi avahiya li hemberî şaredariyê ve pankarta “Qeyûmtiya xeyalî li vir veşartiye” hatiye daliqandin.

‘Me li dijî kesên ku Kurdan înkar û îmha dikirin serkeftinê bi dest xist’

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya şaredariyê hate dayîn de ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî. Pinar Sakik bi silavkirina her kesê dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Bi mehan e ji bo ku em xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin ketin rê. Ev têkoşîn me bi serkeftinê tacîdar kir. Îro me mazbatayên xwe jî girtin.” Sakik, anî ziman ku di nava şert û mercên newekhev û ne demokratîk de ew di hilbijartinan de bi ser ketine û wiha berdewam kir: “Me li dijî kesên Kurdan înkar û îmha dikirin ev serkeftin bi dest xist. Ne tenê gelê Kurd, gelan qezenc kir. Me tevî hemû zilm û zoriyê jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Em ê weke gelê Kurd vê têkoşîna xwe bidomînin. Serkeftin a me ye û dê ya me be.”

‘Silavên Selçûk Mizrakli hene’

Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku piştî çend salan îradeya ku îro hatiye desteserkirin ji nû ve hatiye girtin. Aktar, diyar kir ku li dijî vê coşê kêfxweş in û wiha got: “Silavên Selçûk Mizrakli hene. 4 sal û 7 mehan bi awayekî neheq tê girtin. Ji bo dest danin ser şaredariyê ew girtin. 7 sal in ev bajêr bê vîn hiştin. Gel di vê hilbijartinê de bi awayekî xurttir xwedî derket. Ez hevşaredaran pîroz dikim. Barekî giran li ser milên wan e, em piştgiriya wan bikin. Ji ber ku me got em ê şaredariyê bi hev re bi rê ve bibin. Em bi hev re xwedî lê derkevin. Bila ji bo me hemûyan bi xêr be.

‘Deriyên şaredariya Amedê heta dawiyê ji we re vekirîn’

Pişt re hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî û wiha got: “Dayikên me yên rêzdar, hevalên me yên jin ên berxwedêr, hevriyên me yên ciwan, gelê Amedê ev der ya we ye. Şaredarî ya we ye, ev bajêr yê we ye, keda we sax be.” Serra Bûcak, bi bîr xist ku dema di sala 2016’an de qeyûm hat tayînkirin Gultan Kişanak û Firat Anli bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin, di sala 2019’an de Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen piştî mazbatayên xwe girtin hatin girtin û silav ji wan re şandin û got: “Têkoşîna vî gelî xelas nabe.”

Serra Bûcak, got ku tevî dihat zanîn ku dê mazbatayên xwe bigrin jî qeyûm civîna meclisê ya meha Nîsanê îro girt û wiha domand: “Ji vir envanteran derdixin. Em ê pêşberî darazê hesabê van bipirsin. Em ji vir bang li gelê Amedê dikin, em ê tiştên wan kirine îfşa bikin û derxin pêşberî darazê. Em dixwazin sozeke din bidin; em ê xwe jî bajarê xwe jî bi gelê Amedê re bi rê ve bibin, ji bo ku em bi hev re bi rê ve bibin vîna me tam e. Em spasiyên xwe pêşkeşî hemû kesên ku di vê riyê de piştgiriya me kirine dikin. Dê di pênc salên pêşiya me de nikarin vîna me xesp bikin. Di 5 salên pêşiya me de ev der dê bibe şaredariya gel. Deriyên şaredariya me heta dawiyê ji we re vekirîne.”

‘Serkeftina me mezin e’

Ji hevşaredaran Dogan Hatûn jî wiha got: “Em ji keda we re minetdar in. Em şopînerên mîrateya hevşaredar Selçûk û Hulyayê ne. AKP ji bo ku şaredarî ji gel re xizmetê nekin di sala 2014’an de xebatên Gultan Kişanak û Firat Anli di nîvê de hişt. Em ê tişta wan di nîvî de hiştiye temam bikin û ji bo jinûve avakirinê em ê bixebitin. Em ji gelê xwe bawer in, hûn jî bawer bikin. Em ê îro dest pê bikin û 5 salan xizmetê bikin. Ne tenê ji kesên deng dane me re em ê ji 2 milyon kesên li bajêr dijîn re xizmetê bikin. Bila li gelê me re pîroz be. Em bi hev re kolanên xwe paqij bikin û ji hev hez bikin. Em bi serketin, serkeftina me mezin e.”