Hevşaredara Wanê Neslîhan Şadal: Em qeyûm nas nakin
Hevşaredara Wanê Neslihan Şadal, balkişand ser pêvajoya nû ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de bipêş dikeve, da zanîn ku helwesta pêşî li aştiyê digre şermezar dikin û têkildarî hatina qeyûm got ku “Bi tu awayî rewa nînin û em wan nas nakin.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250217-20250216-sedal-jpg346239-image-jpg3492a7-image.jpg)
NUCAN ARAS-MEDÎNE MAMEDOGLU
Wan – Piştî ku qeyûm dan ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ev yek wek zêdekirina aloziya di nîqaşên derbarê pêvajoya nû de tê nirxandin. Di demeke ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin çêdibin de ev gav hatiye avêtin, lewma jî gelê Wanê li hember vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide. Li aliyekî balê dikşînin ser hesasiyetên di demên siyasî de, ji aliyê din ve jî çalakiyên ku gelê Wanê hema bêje li hemû kuçeyên bajêr lidar dixe, rastî hewldana çewsandina polîsan tê.
‘Xwestin peyamek bidin xelkê Wanê’
Hevşaredara Wanê Neslîhan Şadal, sedemên polîtîkayên qeyûman û encamên dibe ku derkevin holê, ji ajansa me re nirxand. Neslîhan Şadal di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku vîna xurt a xelkê Wanê bi qeyûm hatiye desteserkirin. Neslîhan Şadal, anî ziman ku dîroka anîna qeyûm rastî demeke girîng anîne û wiha got: “Di salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de xwestin peyamek mezin bidin xelkê Wanê. Lê xelkê Wanê bersivek ji her demê mezintir da dagirkeran, kolonyalîstan, qirkeran û polîtîkayên AKP'ê. Di her sê serdeman de jî, li hember qeyûman xelkê Wanê bi taybetî bi pêşengiya jinan û ciwanan, bersivek bi têkoşîn û berxwedana xurt bersiv da.”
'Li Wanê AKP binketinek mezin dît'
Neslîhan Şadal bi bîr xist ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê Adarê de xelkê Wanê Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariyên 14 navçeyan stendiye. Neslîhan da zanîn ku bi vî awayî xelkê bi rastî bersivek daye AKP’ê û wiha pê de çû: “AKP’ê li Wanê bi polîtîkayên qeyûm têkçûnek mezin dît. Xwestin krîza mazbatayê derxin, lê xelkê Wanê berxwedanek bi heybet û bi biryar nîşan da, vîna xwe tu car radestî polîtîkayên AKP’ê û qeyûman nekir.”
'Tu car dest ji polîtîkayên şerê taybet berneda'
Neslîhan Şadal, balkişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li bajêr tên meşandin û wiha got: "AKP’ê tu car dest ji polîtîkayên xwe yên şerê taybet ên li hember xelkê Wanê, jin û ciwanên wê dimeşîne, berneda. Xelkê Wanê li hember van polîtîkayan bi awayek rêxistinî liberxwe da. Dîsa her carê da zanîn ku polîtîkayên ku AKP dimeşîne tu car erê nake.” Neslîhan diyar kir ku xelkê Wanê, jin û ciwanên wê û bi taybetî jî dayîk, xwedî ruhek mezin ê rêxistinkirî ne. Neslîhan Şadal, wiha got: "Xelkê Wanê dixwaze ku Şaredariyên xwe di nav aramî û aştiyê de bi vîna xwe birêve bibe. Lê bi helwestek kedxwar û dagirker ku di tu hiqûqek dinyayê de nayê dîtin, çar aliyê Wanê dorpêç kirin, bi sedan kes binçav kirin û bûn sedema zêdebûna nerazîbûnan."
‘Gelê me mînakek serketinê nîşan da’
Neslîhan Şadal, anî ziman ku di van rojên pêvajoyek nû ya çareseriyê tê axaftin de desthilatiya AKP’ê hewl dide deriyên aştiyê bigre û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoya ku em nêzî aştiya civakî ne de AKP dixwaze rê û pêşiya aştiyê bigre. Naxwaze ku aştiyek civakî ya mayînde pêk bê. Em dibînin ku ditirse. Dizane ku ewê edaleta wê rojek li wê jî vegere. Li gor vê yekê jî gavan navêje. Em dibînin ku bi polîtîkayên şerê taybet, bi dizî, talankerî, qirkirina gelan û polîtîkayên li hember jin û ciwanan dimeşîne. Di tu hiqûqek dinyayê de kiryar û êrîşek wiha, nêzîkatiyek wiha bê edalet û bê wîcdan tuneye. Li hember ked û hewldanên mezin ên vê xelkê, êrîşek mezin a dagirkeriyê hat pêşxistin. Tevî vê yekê jî gelê me mînakek mezin a serkeftinê nîşan dide.”
Neslîhan Şadal da zanîn ku ewê bi xelkê xwe re li hember qeyûm heta dawî têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Neslîhan Şadal di dawiya nirxandinên xwe de got ku “Em van nêzîkatiyan şermezar dikin. Bi tu awayî rewa nînin û em wan nas nakin.”