Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat berdan
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan li ser îtîraza parêzeran, hat berdan.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/12/20241203-20241203-birsen-jpgec24d1-image-jpg5009a6-image.jpg)
Dêrsim – Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, hate berdan. Bîrsen Orhan, di 24’3e mijdarê de hatibû binçavkirin û bi şertê “hefsa malê” hatibû berdan. Bîrsen Orhan piştre jî di 30’ê mijdarê de bi hinceta “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” û “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” hatibû girtin.
Parêzerên Bîrsen Orhan li dijî biryarê îtîraz kirin û îtîraz ji hêla dadgehê ve hate qebûlkirin. Bîrsen Orhan, bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hate berdan. Tê payin ku Bîrsen Orhan bê avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Dêrsimê.