Hevşaredara berê ya Gimgimê Sabîte Ekîncî hat berdan
Hevşaredara berê ya Gimgimê Sabîte Ekîncî hat tahliyekirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/05/20240501-20240501-jpg25d3a9-image-jpgd9ecac-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Hevşaredara berê ya navçeya Gimgim a Mûşê Sabîte Ekîncî, piştî 8 salan ji girtîgeha Sîncanê ya Jinan ku lê dihat girtin hat tahliyekirin.
Sabîte Ekîncî li derketina girtîgehê, ji aliyê Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û gelek jinan ve hat pêşwazîkirin.