Hevşaredara berê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik hat berdan

Ji bo Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Hulya Alokmen Uyanik ku li Girtîgeha Jinan a Elezîzê tê girtin, biryara tehliyeyê hat dayîn.

Amed-Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ya berê Hulya Alokmen ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi hinceta ku Alokmen endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye û beşdarî hin daxuyaniyên çapemeniyê bûye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal û 15 meh ceza lê birîbû. Piştî xerakirina ceza, danişîna doza Alokmen ji nû ve li 9’emîn Dazdgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. 

Parêzerên Alokmen, beşdarî danişînê bûn û parastina miwekîla xwe kirin û biryara Dadgeha Bilind a der barê dosyeyê de daye bi bîr xistin. Parêzeran diyar kir ku xebatên miwekîla wan di çarçoveya azadiya derbirînê û ramanê de bûne û xwestin miwekîla wan bê berdan û beraetkirin. 

Dadgehê daxwaza parêzeran a tehliyeyê nirxand û der barê Alokmen de biryara tehliyeyê da û danişînê taloq kir.