Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê: Rê ji qeyûman re nîne
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li 3 bajaran da û got: “Rê ji qeyûman re nîne."
Navenda Nûçeyan - Bertekên li ser tayînkirina qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Rihayê ya Xelfetî ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ve tên birêvebirin berdewam dikin. Bertekek din a li ser tayînkirina qeyûman ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ve hat.
'Hûn nikarin gel çong bidin danîn!’
Serra Bucak di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de wiha got: “Di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an ku li Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê qeyûm hatiye tayînkirin û zîhniyeta ku di vê yekê de israr dike, bila zanibin ku hûn nikarin çong bi gel bidin danîn! Îradeya ku di hilbijartinên herêmî de ji sindoqan derdikeve îradeya gel e û divê neyê jibîrkirin ku pêkanîn û zextên antîdemokratîk çiqasî zêde bibin, gelê Kurd û Tirk teqez wê ji vê sîstemê re bêjin rawestin! Ji qeyûman re rê nîne!”