Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde li Dêrikê hatin bîr anîn

Bi boneya salvegera duyemîn a bîranîna Sekretera Partiya Sûriye ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û Endama Kongreya Star Yadê Eqîde, Partiya Sûriye ya Pêşerojê, Rêxistina Kongreya Star, malbat û hevalên wan çalakiya bîr anînê li dar xistin.

Qamişlo- Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker re li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de, gelek bûyerên hovana ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatin kirin. Di roja sêyemîn a êrîşan de 12’ê Cotmeha sala 2019’an li ser riya M4 siyasetmedar û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû hedefa kemîneke pilankirî û hat qetilkirin. Çeteyên girêdayî dewleta tirk bi tundiyeke mezin Hevrîn Xelef qetil kirin. Bi boneya salvegera duyemîn a hedefgirtina Sekreteriya Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, li goristana Ş. Xebat a navçeya Dêrikê ya girêdayî  Kantona Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Partiya Sûriya ya Pêşerojê,  Rêxistina Kongreya Star û malbat û hevalên wê, çalakiya bîr anînê hate li dar xistin.
“Emê parastina deskeftiyên xwe bikin”
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wensa Mihemed diyar kir ku ewê herdem parastina destkeftiyên şoreşê bikin û got : “Wekî hûn dizanin, beriya du salan çeteyên ku mirovahiyê nasnakin, Hevrîn û Ferhad şehîd xistin û hevalên wan birîndar kirin. Em dibêjin van dewletên navneteweyî ku dibêjin em mafê mirovan diparezin, tiştek nekirin û ev dewleta Emerîka ku dibêjin em parastina gel dikin, li bar çavê me û hemû cîhanê ev hovîtî çêbû. Rastiya heyî em diparêzin bi destên xwe  û em ê bi destên xwe destkeftiyên xwe biparezin û ji bilî me ti kes naparêze."
“Hê cenazeyê Hevrîn di rê de bû sê Hevrîn hatin dinê”
Dayika Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa got ku dê bi hezaran Hevrîn tekoşîna wê berdewam bikin û wiha domand: “Em bejina xwe li hember hemû şehîdan ditewînin, serê malbatên şehîdan û Partiya Sûriye ya Pêşerojê saxbe û pîroz be canê Hevrîn ji Kurdistanê re. Ji bo avakirina Kurdistanê bedelên herî mezin tên dayîn. Dewleta tirk fitine û şer û îxanet di nav gel de çêdike û êrîşî herêmên me kirin, her wiha guleyek bi tenê kîna dilê wan neşikand û ku riya guleyek din heba, dê ew jî berdaba laşê Hevrîn de ku bi rengên herî hov ew û hevalên wê qetil kirin. Lê ez dixwazim bêjim ku dewleta tirk dê bi ser nekeve, heta ku cenazeyê Hevrîn gihişt mala min, sê Hevrîn xudê dan dinê û dê bi hezaran Hevrîn hebin û ez di wê baweriyê de me ku wê li ser şopa wê bin. Her wiha ez bi hêvî me ku em hemû bibin destek bi hemû pêkhateyan û em wekheviya gelan û netewa demokratîk bidin pêş û heta rojeke ji emrê min heye, ez ê têkoşîn bikim.”
“Hevaltiya Yadê Eqîde ji bo min berdewam kirina dozê ye”
Di heman demê de ser navê malbata Yadê Eqîda, hevrêya wê Esma Murad jî li ser bîranîna hevala xwe ya têkoşînê ev tişt got: “Dê ti carî xewin û xeyalên Erdoxan bi cih nebin ku em şehîdên xwe ji bîr bikin.  Em ê ruxmê hemû êrîşan jî kar û xebatên xwe dewam bikin. Kesên ku canê xwe ji bo me feda kirin, em soz didin wan ku em têkoşîna xwe berdewam bikin û em soza xwe cardin li hember dayik, hevjîn, zarok û malbatên şehîdan nû dikin. Yadê Eqîde hevrêya min bxw me rojên xwe yên xweş û nexweş bi hev re derbas kir û ew ji bo min pir cuda bû. Ez ê riya wê berdewam bikim û ez ê herdem kar û xebatên xwe dewam bikim."
“Yadê Eqîde bi xebatên xwe yên ji bo azadiya jinê dihat nasîn”   
Berdevka Rêxistina Kongreya Star, Remziye Mihemed jî Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde bi bîr anî û wiha pê de çû: "Êrîşên ku li ser Serêkaniyê pêk hat, berdewamiya komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bû ku di wê rojê de êrîş kirin. Yadê Eqîde xwedî zarok bû û riya têkoşînê berneda û wekî jineke bi hêz tevlî mertalên zindî bû û hat hedefgirtin. Her wiha Hevrîn Xelef bi xebatê xwe ji bo azadiya jinê dihat naskirin û hat hedef girtin. Ciwanên wekî Ferhad ku rojane di nav şer de têkoşîn dikir hate hedef girtin. Ev kiryar nayên qebûl kirin. Ev êrîşana hemû ji bo îradeya gel were şikênandin pêk tê, lê berxwedan û vîn gel û malbatên şehîdan tucaran nayê şikênandin."
 “Hevrîn parastina wekheviya gelan dikir”
Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf jî ji bo bîranîna her du jinên bi ked û hêza ku nîşandayîn bûne ronî li pêşiya têkoşîna jinê wiha got: “Amadebûna me  li vir îro ji bo bîranîna duyemîn salvegera şehadeta Hevrîn Xelef û yadê Eqîde ye. Xwîna wan li hemû cîhanê pîroz dibe. Di êrîşên li ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiryarên bê rawe û dijmirovî derheqê herêman de pêk hat û heta roja îro berdewam dikin û bi hezaran jin koçber kirin. Yek ji encamên wan şeran jî, şehadeta gelek hevalên me wekî Hevrîn Xelef hat qetilkirin a ku bi xwîna xwe  parastina wekheviya gelan dikir, nirxê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xêz kir û parast ku bi devê xwe yê bi ken hemberî tang û topên dijminan hat û bû semboleke cîhanî ji berxwedaniya jinê re."