Jinên Minbic û Tebqayê Hevrîn Xelef bi bîr anî

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyê ya Minbic û Tebqayê ji bo bîranîna Hevrîn Xelef merasîmek li dar xistin. Di merasîman de hat diyarkirin ku Hevrîn Xelef li pêş çavên cîhanê hat qetilkirin. Lê îro bûye meşaleya azadiyê ya tevahî jinên Sûriyeyê.

Navenda Nûçeyan -Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef  a di 12′yê Cotmeha 2019′an de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên dewleta Tirk hatibû qetilkirin li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn. Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbic û Tebqayê ji bo bîranîna Hevrîn Xelef merasîmek li dar xistin.

Minbic

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, komîteyên girêdayî wê, meclisên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Minbicê beşdarî merasîmê bûn.

‘Hevrîn bû meşaleya azadiyê ya tevahî jinên Sûriyeyê’

Di merasîmê de endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Asya Mihemed behsa têkoşîna Hevrîn Xelef kir û wiha got: "Şehîd Hevrîn li pêş çavên tevahî cîhanê hate qetilkirin. Lê îro Hevrîn bû meşaleya azadiyê ya tevahî jinên Sûriyeyê."

Dûre mûm hatin pêxistin û beşdaran got ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarê rêya wan bin.

‘Bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin’

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbic Nûra El Hamid jî axivî û wiha got: "Kesayeta Hevrîn kesayeteke xurt bû, bi vîn, zanabûn û rêxistina xwe ya siyasî karî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve bibe û bibe xwedî vîn û hêzeke siyasî ya xurt. Ji lewre bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin."

Nûra wiha dawî li gotina xwe anî: “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku kujerên Hevrîn Xelef ceza bikin. Ev kiryar îsrara jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sûcdaran zêde dike."

Tebqa

Merasîma Tebqayê  li qada navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya hate lidarxistin. Beşdaran wêneyên şehîdan û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef hildan.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî axivî û got: "Em îro şehîd Hevrîn Xelef bi bîr tînin ku di oxira gelê xwe de canê xwe daye."

Huda wiha domand: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan sûcekî hovane pêk anî."

Huda diyar kir ku hemwextî salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha pê de çû: "Dagirkeriyê Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bombebaran kir, di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn. Ev yek li pêş çavê civata navneteweyî û bêdengiya wê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker pêk hat."

Huda El Elî di dawiyê de bang li tevahî azadîxwazên li cîhanê kir ku li kêleka doza wan bisekinin û zextê li civata navneteweyî û NY′yê bikin da ku dewleta Tirk li hember sûcên wê hesab bikin.

Bi pêxistina mûman merasîm bi dawî bû.