Hevpeymaniya NEDA ji bo Werîşe Muradî bang kir

Hevpeymaniya NEDA cezayê darvekirinê yê li çalakvana mafên jinan Werîşe Muradî hatî birîn şermezar kir û bang li rêxistinên feminîst û mafên mirov kir ku li dijî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Muradî hatî birîn helwest nîşan bidin.

Navenda Nûçeyan – Tifaqa Demokratîk a Bakur-Rojhilat (NEDA) derbarê cezayê darvekirinê ku rejîma Îranê di 10’ê Mijdarê de li çalakvana mafê mirovan û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Muradî hatî birîn, daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ji ber jinên li Îranê li dijî zilm û zordestiya rejîma Îranê radest nabin û helwest nîşan didin, ceza û tecrîd li ser wan tê ferzkirin. Piştî serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ ya berî du salan li Îranê, nêzîkatiyên rejîma melayan li beramberî jinan hîn hovanetir bûne. Hemû sinor û pîvanên mirovahiyê derbas kirine, her tayek pora jinekê li bin perdeyê derkeve dixin girtîgehan, her helwestek li dijî rejîma melayan bê nîşandan, bi cezayên herî giran ên weke darvekirinê tên cezakirin.”

‘Îran yek ji welatên herî zêde cezayê darvekirinê li jinan dibire ye’

Hevpeymaniya NEDA di daxuyaniyê de diyarkir ku birîna cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî û ji beriya wê jî cezayê darvekirinê li 831 kesên din birîn a di yek salê de, tirs û encama siyaseta nerewa û hovîtiya rejîma Îranê eşkere dike. Her wiha hat diyarkirin ku Îran yek ji wan welatên ku herî zêde cezayê darvekirinê li jinan dibire ye.

Hevpeymaniya NEDA bang li tevayî rêxistinên jinan, rêxistinên feminîst û mafên mirov ên li bakurê Efrîqa, Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku piştgiriya xwe ji bo Werîşe Muradî nîşanbidin û li dijî zilma rejîma Îranê helwest nîşanbidin.