Hevpeymaniya Jinan: Zext û astengî nikarin vîna me lewaz bikin
Piştî derxistina biryara girtinê û berdana bi kefaletê ya çalakvana mafên jinan Behar Elî li Hewlêrê, Hevpeymaniya Jinan a Kurdistanê piştgiriya xwe ya tam ji bo wê ragihand û êrişên reşkirinê şermezar kir.
Navenda Nûçeyan – Hevpeymaniya Jinan a Kurdistanê, bi piştgiriya Tora 8’ê Adarê, Desteya Parastina Parêzvanan, Tora Hevbeş a Rêxistinan û hejmarek kesayet û çalakvanên warê jinan, derbarê hewildanên fetisandina dengê parastin, azadî û mafên jinan a li dijî Seroka Hevpeymaniya Jinan a Kurdistanê û Rêvebera Rêxistina Ême ya Geşepêdana Mirovî daxuyaniyek belav kir.
‘Planekî ji bo bêdengkirina dengê azadiya jinan e’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek Hevpeymaniya Jinan a Kurdistanê, di dema ku em têkoşîna xwe ya ji bo pejirandina prensîbên serweriya qanûnê, dadwerî û parastina mafên jinan berdewam dikin de, radigihînin ku ev êrişên xapandinê beşek ji planek nexwestî ya ji bo bêdengkirina dengê azadiya jinan û şêwandina dîroka têkoşerên vê qadê ye.”
Her wiha di daxuyaniyê de tekezî li ser van xalên jêrîn hate kirin:
* Li gorî destûra navxweyî û mandata navxweyî ya Hevpeymaniya Jinan a Kurdistanê, parastina statû, rûmet û ewlehiya manewî ya hemû endaman, bi taybetî ya serkêşiya hevpeymaniyê, erkekî bingehîne. Her binpêkirineke ku li dijî her endameke Hevpeymaniyê were kirin, rasterast wekî êrişeke li ser sazî, prensîbên Hevpeymaniyê û xebata jinên Kurdistanê tê hesibandin.
* Em bi tundî wê şêwaza xebatê ya ne profesyonel a hinek dezgehên ragihandinê û rûpelên medyaya civakî şermezar dikin ku bêyî şopandina rastiyê û tenê ji bo armancên teng ên medyayî, nûçeyên nerast belav dikin û hewla reşkirina kesayetiya çalakvanên sivîl didin.
* Dîroka xebata jinan li Kurdistanê her dem tejî rûbirûbûna pirsgirêkên mezin bûye, lê jinên me di tu qonaxên dijwar de paşve gav neavêtine. Ev cureyên zext û astengiyan nikarin vîna me lewaz bikin, berovajî vê, biryardariya me ya ji bo pêkanîna dadweriya civakî û parastina mafên jinan zêdetir dikin.
‘Emê bê navber hewldanên xwe yên ji bo parastina rûmet û mafên jinan berdewam bikin’
Di dawiya daxuyaniyê de Hevpeymaniya Jinan a Kurdistanê piştgiriya xwe ya tam ji bo Seroka Hevpeymaniyê Xanim Behar Elî ragihand û destnîşan kir ku bê navber û bê westan hewldanên xwe yên ji bo parastina rûmet û mafên jinan û rûbirûbûna her hewleke xapandinê dê berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye ku duh hate ragihandin ku li ser daxwaza çend kesan, ji bo Behar Elî ya çalakvana mafên jinan û rêvebira Rêxistina Ême ye, li bajarê Hewlêrê biryara girtinê hatibû derxistin. Piştî amadebûna wê ya li pêşberî dadwer û rênimayên yasayî, bi kefaletê hate berdan. Behar Elî, li dijî guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê helwest nîşan dabû.