‘Hevpeymana civakî ya jinan di têkoşîna jinan de gavek dîrokî ye’

Seroka Desteya Jin a Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer bal kişand li ser hevpeymana civakî ya jinan ku duh ji bo reşnivîsa wê komîteyek ji 30 kesan hat diyarkirin û got: “Di têkoşîna jinan de gavek dîrokî ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hevpeymana civakî ya jinan civînekê berfireh lidarxit. 130 jinên ji pêkhateyên cûda beşdarî civînê bûn û di dawiya civînê de ji bo reşnivîsa hevpeymanê komîteyek teng a ji 30 jinan pêk tê hat avakirin.

Seroka Desteya Jina a Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edalet Omer têkildarî civîna ku hat lidarxistin û di têkoşîna jinan de girîngiya hevpeymana civakî ya jinan ji ajansa me re axivî.

‘Bi hevpeymana civakî ya jinan dê destkeftiyên jinan bên parastin’

Edalet Omer da zanîn ku şoreşa rojava bi rengê jin deng vedaye û wiha axaftina xwe domand: ”Ji despêka şoreşê ku çawa şoreş bi rengê jinê hate naskirin û belakirin. Lidarxistina civînek bi vî rengî gelek girîng bû bi taybet piştî dayîna hevpeymana civakî a giştî û ji bo parastina nirxê şoreşa jin gavekî serkeftî nû di qada tekoşîna jinê de. Em dikarin bêjin ku hevpeymana civakî a giştî ji bo gelek dozan kar û xebat dike. Lê hevpeymana civakî a jin ji bo doza jin be.”

‘Armanc rêxistin û dezgehên jinan di bin sîwanek de anîna gel hev e’

Edalet Omer di berdewama axaftina xwede balkişand li ser girîngiya yekîtiyê û wiha got: “Gelek rêxistin, tevger û partiyên jinan hene li qadê. Lê pêwistî hate dîtin ku sîwanek hebe van rêxistinan bike yek. Ji bo wê jî di 2019’an de Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî hate avakirin. Zêdertî 50 tevger, partî û dezgehê jinan cihê xwe di vê meclisê de girtin. Heya astekê ked hat dayîn û xebat hat meşandin. Lê li gor pêvajoyê kêm ma. Rêxistinên nû hatin avakirin piştî 2019’an, lewma pêwistî hate dîtin ku ev meclis civînek berfireh lidabixe, pirsgirêk û rewşa jinan niqaş bikin û di bin sîwanekê de bibin yek. Armanc ji civînê komîteya biçûk a ji 30 kesan pêk tê were avakirin da ku di demên pêş de li hev rûnên û bi pênûs û mêjiyê jinan reşnivîsa hevpeymanê were nivsandin. Gelek deskeftî û serkeftin di vê pêvajoyê hatine bidestxistin. Ev deskeftî ger em di riya hevpeymana civakî a jinan ku hemû rêxistin û dezgeh di bin sîwanekê bibin yek wê demê dikare were parastin.”

‘Ji bo pêşeroja Sûriyê jî gavek dîrokî ye’

Edalet Omer a di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan a li Sûriyeyê destnîşan kir ku ev hevpeymana civakî ya jinan wê bandorê li têkoşîna giştî jinên Sûriyeyeyê bike û got: “Li Sûriyeyê yekîtiya jinan hebû, di sala 2016’an de ji aliyê rêjîmê ev yekîtî hate girtin. Xwest li şûna vê yekîtiyê yekîtiyek olperest bide avakirin. Li herêmên din dewleta tirk bi dagirkeriya xwe sûcên der mirovî li dijî jinan pêk tîne. Armanca me ew e ku em herêmê ji dagirkeriya dewleta tirk xilas bikin. Hevpeymana civakî ya jinan gavek serkeftî û dîrokî ye ku  ji bo pêşerojê jinên Sûriyeyî cihê xwe di destûrek demokratîk de bigre.”