Hevpeymana Civakî ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat pejirandin
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Hevpeymana Civakî ya ku ji 134 bendan pêk tê îmze kir.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/12/20231213-20231213-sozlesme-onay-jpg8e9bc5-image-jpg4f1f9b-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, civîna asayî ya 90’emîn li dar xist. Di civîna ku li avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê hat lidarxistin de, Lijneya Serokatiyê ya Rêveberiya Xweser û nûnerên meclisên rêveber ên 7 herêman amade bûn.
Di civînê de li ser Hevpeymana Civakî ya ku Komîteya Berfireh a Saziya Hevpeymanê pêşkêş kir nîqaş hatin kirin. Alîkarê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser Yasir El Silêman, 134 bendên Hevpeymana Civakî yek bi yek xwend û dûre ji aliyê beşdaran ve hat nirxandin. Di dawiya civînê de Meclisa Giştî Hevpeymana Civakî pejirand. Hevpeyman ji niha û pê ve dê bikeve meriyetê.