‘Hêviya gelê Başûr ji hilbijartinê nemaye’

Bi nêzbûna hilbijartinê re rewşa herêma Kurdistanê ber bi xirabûnê ve diçe û bargiranî li ser hemwelatiyan çêdibe. Ji vê rewşê herî zêde jin zirarê dibînin. Welatî diyar dikin ku bi salan e hikumet naguhere û rewş jî her diçe xirabtir dibe.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Li herêma Kurdistanê xirabûna rewşa aborî û giraniya jiyanê, bûye sedema bêaramiyê. Ji ber nedana mûçeyan bazar bêdeng bûye û gel nikare pêwîstiyên xwe yên sereke dabîn bike. Ev jî ji ber rêvebirina xirab a desthilatdariyê û bêdengiya din av civakê ye. Her wiha dewletên dagirker tenê ne bi êrîş û operasyonên leşkerî, destwerdana navxweyî jî li herêma Kurdistanê dike û qeyrana aborî û siyasî kûr kiriye.

Çalakvan Fewziye Abdulkerîm a derbarê mijarê de axivî bal kişand zehmetiyên ku gel ji ber polîtîkayên hikûmetê dijî û got, “Divê herkesan berê xwe bide qadan û vê bêndegiyê bişkîne ji bo çareseriyê zextê li hikumetê bike.”

‘Aliyên siyasî berjewendiyên xwe xistine pêşiya berjewendiyên gel’

Fewziye Abdulkerîm diyar kir ku rewşa niha ya herêmê gelek metirsîdar e, roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe û got: “Divê aliyên siyasî hemû yekgirtî bin, ji bo pêşxistina doza Kurd û başkirina jiyana gel lê dijberî vê yekê paşketin heye û berjewendiyên xwe xistine pêşiya berjewendiyên xelkê. Tu alî ne amade ye ji bo berjewenndiyên gelê xwe dawî li berjewendiyên xwe bîne û li gel aliyên din li hev bike.”

‘Her kes bêdeng e’

Fewziye Abdulkerîm destnîşan kir ku ji bo derbaskirina rewşa niha ya herêma Kurdistanê divê alî ji bo parastina xaka xwe hemû tiştî daynin aliyekê û got: “Em bi fikar in ku herêma me ji destên me derkeve. Roj bi roj hikumeta Iraqê mafên Kurdan binpê dike, alî bêdeng û bê helwest in. Rewşa aborî û civakî bi temamî têk çûye û van hemû tiştan bi eşkere dikin. Tu kar ji bo kesên civakê nayê kirin.”

Fewziye Abdulkerîm der barê nêzîkatiya hikumetê li hemberî gelê Kurd wiha got: “Ya ku hikumet dike tu gel qebûl nake. Em bêdeng lê dinêrin û daxwaza mafên xwe nakin. Ev du meh in mûçe nehatiye girtin, bazar rawestiyane û dolar bilind dibe, fatûrayên av û kehrebeyê li ser gel zêde kirine.”

‘Hêviya gel ji hilbijartinê nemaye’

Fewziye Abdulkerîm bi bîr xist ku li welat hilbijartin wê werin kirin ji bo desthilatdarî were guhertin û bikarin karek baş ji bi gel bikin û wiha got: “Li herêma Kurdistanê hêviya xelkê ji hilbijartinê nemaye. Ji ber ku her dem heman desthilatdarî ye. Li hemberî vê rewşê kes dengê xwe dernaxe diviyabû hemû kesan berê xwe bidana qadan  û vê bêndegiyê bişkandana ji bo çareseriyê zextê li hikumetê bikirana.”