‘Hêvî bingeha serkeftinê ye em ê Efrînê rizgar bikin’
Endamên Kombenda Komeleya Civakî ya Efrînê di salvegera dagirkirina Efrînê de nêrînên xwe wiha parve kirin: “Em ê dereng an zû, rojek vegerin Efrînê û ji ber sûcên ku dewleta tirk pêk anîne em ê jê û ji hevkarên wî hesab bixwazin.”

VIYAN AMED
Qamişlo – Di sala 2010’an de li seranserê Rojhilata Navîn, bihara Ereban dest pê kir û ev yek veguherî bihara gelan. Serhildana gelan bandorê li Rojavayê Kurdistanê jî kir ku veguherî şoreşê. Ji roja ku şoreşê dest pê kir ve heta niha gef û êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestiyan ji ber ku tehemul nake gelê Kurd bibe xwedî statu. Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk bi armanca xirabkirina aramî, wekhevî û şikandina îradeya jinan, bi 72 balafirên şer êrîşî Kantona Efrînê kir. Li hemberî dagirkeriya dewleta tirk welatiyên Efrînê bi ruhê şerê gelê şoreşgerî 58 rojan li ber xwe dan û ji wê berxwedanê re gotin ‘Berxwedana Serdemê’.
‘Bi hêviya vegera Efrînê, li ber xwe didin’
Endama Komîteya Çalakiyan a Efrînê, Cîhan Hisên destnîşan kir ku di berxwedana serdemê de ruhê şerê gel ê şoreşgerî çêbûye û wiha got: “Bi destpêkirina şoreşê re, em di gava destpêkê de dikaribûn komîn, meclis, sazî û dezgehên parastinê û perwerdekirinê ava bikin. Ev destkeftî tu caran li xweşa dewleta tirk neçûn û her roj gef dixwar, her roj digot ew ê êrîş bike. Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk bi 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrînê kir. Gelê Efrînê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî rêbaza parastina rewa bi kar anî û 58 rojan berxwedanek destanî raber kir. Di wê berxwedanê de bedelên giranbuha hatin dayîn, bi hezaran şehîd, birîndar û gaziyên me çêbûn. Piştî berxwedana destanî ya Efrînê em neçar man koçber bibin û niha li Şehbayê bi hêviya vegera Efrînê li ber xwe didin.”
‘Em ê hesab ji dewleta tirk bixwazin’
Cîhan Hisên piştî dagirkirina Efrînê guhertin û veguhertinên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine kirin wiha parve dike: “Niha berxwedana Serdemê ya duyemîn li Şehbayê tê jiyîn û gel ji her alî ve berxwedanek mezin raber dike. Dewleta tirk bi armanca siyaseta qirkirin, talan û komkujiyê dixwaze gelê Kurd qir bike. Her wiha piştî dagirkirina Efrînê, dewleta tirk guhertinên demografîk pêk tîne mînak; navê kolanên Efrînê guherandiye, nasnameya tirkan li welatiyan ferz dike. Di van êrîşan de îradeya jinan hedef digre, ji lewre li dijî jinan îşkence, girtin, tundî û qetilkirin di rêjeya herî bilind de ye. Li Efrînê li her gundekî zindanek hatiye avakirin. Dewleta tirk çi bike jî hêviya me ya vegera Efrînê nikare tune bike. Em ê dereng, an zû, rojek vegerin Efrînê û sûcên ku dewleta tirk kirine hesap jê û hevkarên wî bixwazin.”
‘Berxwedana serdemê dewam dike’
Endama Kombenda Efrînê, Ehlam Mihemed bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Dewleta tirk ji bo dagirkirina Efrînê êrîşên dijwar, komkujî û qetlîamên mezin pêk anî. Êşa ku me jiya, bi tu hevokê nikare were vegotin. Em tu caran dest ji Efrînê bernadin û em ê elbet rojek vegerin. Berxwedana serdemê bi şêweyên cuda didome. Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku em ji bajar, çand û pergala netewa demokratîk dûr bikevin lê xeyalên Erdogan dê pêk neyên û em ê rojek vegerin Efrînê bi çand, ziman û bi pergala netewa demokratîk jiyana xwe berdewam bikin. Piştî ku Efrîn jî hat dagirkirin, dewleta tirk kiryarên dermirovî zêdetir kir û heta niha jî êrîşî gelê koçber ê ku derbasî Şehbayê bûne dike. Dewleta tirk û Sûriye dixwazin îradeya gelan bişkînin, ji lewre hikûmeta Sûriyeyê bi polîtîkayên ambargoyê êrîşî gelê koçber dike. Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku em teslîmiyetê qebûl nakin. Heta dawiya temenê xwe em ê li ber xwe bidin û Efrînê rizgar bikin. Erdogan û hevalbendên wî dê teqez rojek têk biçin.”