Hevgirtina NADA li dijî cezayên darvekirinê yê Îranê bang kir
Hevgirtina NADA ya Sûriyê, li dijî cezayê darvekirinê ya rêjîma Îranê li Werîşe Muradî birî, daxuyanî da û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember niheqiyên rejima Îranê dengê xwe bilind bikin.
Qamişlo- Rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ di 10’ê Mijdarê de cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Li dijî vê biryarê Hevgirtina NADA ya Sûriyê li bajarê Qamişloyê daxuyanî da.
Daxuyanî bi tevlîbûna Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Endamên Rêxistina Kongra Star û Endamên hevgirtina NADA, li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê pêk hat.
Daxuyanî, ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hiso ve hat xwendin.
Ebîr Hiso got: “Îdiaya ku li dijî têkoşer Werîşa Mûradî tê kirin, têkildarî beşdarbûna wê ya li ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ ye ku di pêşxistina hişmendiya civakî de rolek girîng lîstiye û bang li civakê kiriye ku beşdarî serhildanê bibe û piştgirî bide. Rejîmên otorîter ragihandin û daxwazên demokrasiyê yên jinan wek tawaneke şer dibînin. Di heman demê de cezayên herî tund li wan kesan ferz dikin ku ne di jêrzemînên zindanan de qêrîna bindestan û ne jî hawara xwepêşanderan li kolanan dibihîzin, ew tenê dixwazin ferz bikin. Bindestî û teslîmiyet ji welatekî ku tenê tava azadiyê lê dibiriqe.”
Banga li saziyên mafên mirovan
Ebîr Hiso got ku “Bi vê boneyê li ser navê Hevgirtina NADA ya Sûriyê, Hevbendiya Jinên Demokrat ên Herêmê, ez dilgiraniya xwe û şermezarkirina cezayê darvekirinê weke navgîna pêkanîna edaletê, weke ku ji aliyê rayedarên Îranê ve hatiye ragihandin, radigihînim. Her wiha di wê baweriyê de ye ku jiyan mafek e ku nayê girtin û nayê guhertin.” Ebîr Hiso bang li hemû rêxistin, komele, partî û kesayetên jin ên demokratîk û mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina komkujiyên di perestgehên rejîma mela de bi hev re hevkariyê bikin.
Ebîr Hiso, daxuyanî bi van gotinan bidawî kir: “Ji ber baweriya me ku guhertin mimkun e ku dengê me dikare cûdahiyek çêbike. Em hemî ji bo avakirina cîhanek bêtir mirovahî û dadperwer şer dikin."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.