‘Hevgirtina civakî ji bo saxkirina trawmayê girîng e’

Psîkolog Fadîme Temel a diyar kir ku li herêma erdhejê pêvajoyên trawmayê kûrtir dibin û ev rewş bi nîşaneyên cuda derdikeve holê, bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakî ji bo vegerandina bi bandor a vê pêvajoyê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr – Piştî erdhejên 6’ê Sibatê yên li Tirkiye û Kurdistanê ku navenda wê Mereş Elbîstan bû, rûxmê dem derbas bû birînên gel nehat pêçan. Bi hevgirtina dildaran re hêdî hêdî travmayên mexdûrên erdhejê yên ku 8 meh derbas bûn eşkere dibin. Ev trawma di jin û zarokên ku barê pêvajoyê hildigirin de zêdetir tê dîtin.

Psîkolog Fadîme Temel ku li herêma erdhejê dixebite, diyar kir ku pirsgirêkên psîkolojîk ên wekî nexweşiya fikara piştî trawmayê, mêldariya êrîşkar, bêhêziyên tevger û verastkirinê têne dîtin û trawmayên di civakê de diqewimin û tedbîrên ku divê werin girtin ji ajansa me re nirxand.

'Barê vê pêvajoyê li ser milê jin û zarokan e'

Fadîme Temel diyar kir ku piştî erdhejê bi jin û zarokan re trawmayên ku mînakên wê hatiye dîtin û nîşaneyên stresa piştî trawmayê (TSSB) dîtine û wiha got: “Ne tenê windakirina jin û zarokan û xizmên wan ên jiyana xwe ji dest dane, di heman demê de divê were xêzkirin ku standardên wan ên kevn û rûtînên jiyana wan jî winda bûne. Em dibînin ku pîvan, rol û erkên jin û zarokan li gel jiyana wan a niha piştî karesatê hatiye guhertin. Em dizanin ku barê jin û zarokan di vê çarçoveyê de zêde bûye. Digel ku nîşanên depresyonê û xemgîniyê di jinan de pirtir in, di zarokan de em pirsgirêkên adaptasyonê, nexweşiyên behrê an dijwariya îfadekirina hestên xwe, û lawazbûna têkilî û têkiliyên bi hawîrdora ku lê dijîn re dibînin.”

'Civak daxwazên xwe bi dengekî bilindtir tîne ziman'

Fadîme Temel, anî ziman ku civak pê dizane jiyan berdewam dike, lê di rewşeke nediyar de maye ji ber erdhejê bi milyonan mirov neçar man cih û warên xwe, cîran û herêmên xwe biterikînin. Fadîme Temel diyar kir ku civakê nêzîkatî û helwesteke nû pêş xistiye ku pêvajoyên hevpar ên şîn û windakirinê yên di vê pêvajoyê de ji bo psîkolojiyê ji bo wan baş hatiye û wiha got: "Piraniya civakê di şert û mercên heyî de hewl da, bêyî şansê hilbijartinê mecbûrî û windahî li ser pişta wan hewil didin jiyana xwe berdewam bikin. Li gel vê yekê ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn bi kesekî din pêwistî dîtinê, daxwazkirina vê û bi hestê şermê ku ev hemu ava dikin, sûcariya jiyankirinê jî hîs kirin.  Ger hewce bike ku em guh bidin veguhertinê em dikarin bibêjin ku civakê rastiya ku jiyan berdewam dike qebûl kiriye û hem hewcedariyên xwe yên bingehîn hem jî pêdiviya xwe ya bi desteka psîkososyal bi dengekî bilindtir tîne ziman.”

'Girîng e civak di nava xwe de têkiliyên germ ava bike'

Fadîme Temel bal kişand ser zêdebûna bûyerên mirin-xwekuştinê yên bi guman û her wiha nîşaneyên tevgerê û got: “Em dikarin bibêjin ku ji hevkarên xwe û rêxistinên sivîl ên ku li qadê dixebitin re reqemên van nirxandinan piştrast dikin. Rast e doz zêde dibin, lê pir girîng e ku wek civak û takekes bi hev re têkiliyên germ deynin û ji hev haydar bin. Dildarên li qadê, saziyên sivîl û personelên gel jî xwedî erkên mezin in. Hemû rêxistinên ku li herêma karesatê dixebitin divê di tespîtkirin, pêşîlêgirtin û piştgirîyê de hevkariyê bikin. Divê bi rêbazên guncav xizmetên xwe yên ji bo hewcedariyên civakê di wextê rast de li qada rast kom bike.”

'Divê li qadê xebatên têr û guncav bên kirin'

Fadîme Temel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya hevkariya sazî û kesên ku di qadan de dixebitin ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku ger lêkolînên têr û guncav di warê piştgirîkirina van hewcedarîyan de neyên kirin, parastina refaha ferd û civakê dijwar dibe. Di vê çarçoveyê de normaliya me ya nû dê bibe sedema pirsgirêkên nû. Niha jî fersenda me heye em pê bihesin ku di civakê de dê asta tundûtûjiyê zêde bibe, nakokiyên di nav malbatê de dê gurtir bibin û pirsgirêkên tevgerî û adaptasyonê dê zêdetir derkevin pêş. Di vî warî de ez bi bîr tînim, pir girîng e ku her sazî û kesek li gorî jêhatî û şiyana xwe berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe û hevkarî yekane rêya bihêzkirina hêza me ye.”