Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome

Ji bo xurtkirina hevkariya akademîk û yasayî, şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke navneteweyî bi lêkolîneran re li dar xist û bal kişandin ser perwerde, mafên jinan, cudakarî û rêbazên avakirina hevkariyê.

Navenda Nûçeyan – Şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo Ewropayê, bi armanca avakirina hevgirtina jinan a li seranserî sînor û belgekirina ezmûnên hiqûqî û perwerdeyî di forumên akademîk û hiqûqî de, civînên girîng li dar dixe.

Bi lêkolînerên cuda re civiyan

Bi armanca xurtkirina hevkariya navneteweyî û ronîkirina rastiya jinên li Sûriyeyê, şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bi komek lêkolînerên ji neteweyên cûda re li paytexta Almanya Berlînê civînek li dar xist. Di civînê de mijarên perwerde, mafên qanûnî û cudakariya li ser bingeha zayendî li herêmê hatin nîqaşkirin.

Ezmûnên perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin

Nîqaş li ser ezmûna sê zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin ku tê de xwendevan bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî perwerdehiya xwe dibînin, hat kirin. Lêkolîneran ev ezmûn wek modelek li herêmê hesibandin ku nasnameya çandî xurt dike û prensîba pirzimanî di perwerdehiya bilind de bicih tîne.

Lêkolîneran eleqeyek mezin nîşan dan

Şandeyê hewl da ku têkiliyên xurt di navbera zanîngehên herêmê û rêxistinên akademîk ên navneteweyî de ava bike, bi armanca ku pirsgirêkên herêmî di nav ders û lêkolînên gerdûnî de werin bicihkirin û pisporî di warên perwerde, lêkolîn û hêzdarkirina jinan de were guhertin. Lêkolîneran eleqeyek mezin nîşanî vê înîsiyatîfê dan, taybet ji ber ku perwerde li herêmên pevçûnê bi zehmetiyan re rûbirû dimînin.

Li gorî çavkaniyên ajansa me, rêxistina ku şande pê re hevdîtin kir xwediyê arşîveke dewlemend a lêkolînên li ser pirsgirêka Kurd e û niha li ser pêkhateyên herêmê, di nav de jin û rastiya civakî û siyasî ya di bin rêveberiya xweser de lêkolînên nû amade dike.

Bi rêxistina Terre des Femmes re zagonên jinan nîqaş kirin

Her wiha şande bi rêxistina 'Terre des Femmes re' civiya, ku rêxistineke nehikûmî ya navneteweyî ye di sala 1960'î de li Swîsreyê hatiye damezrandin û li ser mafên mirovan, bi taybet parastina zarok û jinan ji tundiyê û zewaca bi zorê dixebite.

Di vê civînê de nîqaşeke kûr li ser Zagoan Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, ku şandeyê bendên herî girîng ên zagonê, di nav de qedexekirina pirjiniyê, sûcdarkirina tundiya navmalî û misogerkirina temsîliyeta jinan di saziyan de, pêşkêş kirin. Rêxistinê eleqeya xwe ji bo vê ceribandina qanûnî nîşan da û xwesteka xwe ya piştgirîkirina wê bi riya platformên xwe yên navneteweyî, taybet di warên belgekirina qanûnî, avakirina kapasîteyê û parêzvaniya mafên mirovan de, anî ziman.

Hewl didin balê bikşînin ser pirsgirêkên jinan li herêmê

Ev civîn wek beşek ji hewldanên şandeya jinan ji bo balkişandina ser pirsgirêkên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, girêdana wan bi tevgerên femînîst ên cîhanî û belgekirina ezmûnên herêmî di forumên akademîk û hiqûqî de, tê.

Tê payîn ku ev civîn hevkariyên lêkolîn û perwerdeyê yên pêşerojê bi xwe re bînin, hebûna pirsgirêkên jinan li herêmê li ser dika navneteweyî zêde bikin.