Hevdîtinên Şaredariya Sûrê bi jinan re berdewam dikin

Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol li Sûra Amedê vê hefteyê li Taxa Abdaldede bi jinan re hat ba hev.

Navenda Nûçeyan- Şaredariya Sûrê ya Amedê hevdîtinên xwe yên li taxan bi guhdarîkirina li jinan berdewam dike. Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol vê hefteyê li Taxa Abdaldede bi jinan re di hewşa malekê de hatin ba hev.

Jinan şert û mercên krîza aborî anîn ziman, der barê aboriya alternatîf de fikrên xwe bi hev re parve kirin. Jinan dan zanîn ku dixwazin li taxên bi ewle bijîn û xwestin qadên civakî û bazarên taxan ji bo jinan bên avakirin.

‘Em li gorî daxwazên we dixwazin xizmetê bikin’

Fatma Gulan Onkol guh da daxwazên jinan û wiha got: “Em dixwazin li hemû taxên Sûrê bigerin û bi jinan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin guh bidin jinan, bizanibin ka ew çi dixwazin, daxwazên wan çi ne û çi xizmetê ji şaredariya me hêvî dikin. Hûn in ên ku herî zêde taxên xwe nas dikin û em dixwazin bi agahiyên ku ji we digrin tevbigerin û xizmetê bikin."