Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk tê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vedigere.

Navenda Nûçeyan – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê.
Koma Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihand ku hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê bi dawî bû û şande niha vedigere.
Şande dê di saet 17.00’ê de li Stenbolê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike.