Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan bi dawî bû
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Erdogan de ku saetek û 25 deqeyan domiya bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan- Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi serokê giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Hevdîtin li Kuliyeyê hat kirin û bi dawî bû.
Hevdîtin saetek û 25 deqeyan domiya. Cîgirê serokê giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Teşkîlata Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) Îbrahîm Kalin jî tevli hevdîtinê bûn.
DEM Partî dê di saetên pêş de têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.