Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk dengên xwe bi kar anîn

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin ku ji bo hilbijartinên serokomariyê dengê xwe bi kar anîn, bang li hilbijêran kirin ku dengê xwe bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kar û barên dengdana hilbijartina tûra duyemîn a serokomariyê dest pê kir. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, ji bo tûra 2'yemîn a hilbijartinên serokomariyê dengê xwe bi kar anîn. Çîgdem Kiliçgun Uçar li Dibistana Gaziyê ya li navçeya Sultangazî ya Stenbolê û Îbrahîm Akin jî li Lîseya Abadoluyê ya Îşgorenê ya li Konaka Îzmîrê dengê xwe bi kar anî.

‘Ji 14’ Gulanê bi hêztir sindoqan bi parêzin’

Çîdem Kiliçgun Uçar piştî di sindoqa bi hejmara 1359'an de dengê xwe bi kar anî û daxuyanî da got: “Ez dixwazim hemû kes biçin ser sindoqan û ji bo demokrasî, guherîn, wekhevî û azadiyê dengê xwe bi kar bînin. Careke din meseleya ewlehiyê heye. Ez ji niha ve ji bo hevalên xwe yên peywirdar dibêjim qewet be. Ez dixwazim ji 14'ê Gulanê bêtir baldar bin û bêtir dengên me, sindoqên me û siberoja me biparêzin. Bi hêviya ku encamên vê hilbijartinê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe wesîleya wekhevî û azadiyê."