Heta niha hezar û 200 malbatên Iraqî ji Kampa Holê derketin
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku heta niha hezar û 200 malbatên Iraqî ji kampa Holê hatine vegerandin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250217-20241112-manset-jpg8d5fe5-image-jpgf1a551-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas ji medya Iraqê re ragihand ku pişt bidawîhatina kontrolên ewlehiyê, hezar û 200 malbatên Iraqî ji kampa Holê hatin vegerandin.
Her wiha destnîşan kir ku ji ber nîgeraniyên ewlekarî yên li kampê, hikûmet xebatên xwe yên ji bo vegerandina welatiyan ji kampa Holê didomîne, bi taybetî di çarçoveya nearamiya Sûriyê de. Da zanîn ku ji bo girtina kampê, hikûmetê heta niha bi sê qonaxên nû veguhestinê pêkaniye.
Herî dawî Elî Ebas diyar kir ku nêzî 833 malbatên Iraqî li kampê mane û got: “Iraqê ti zarokên ne ji Iraqê ne vegerandine. Hemû ew zarokên hatine vegerandin xelkê bajarên Iraqê ne. Vegera wan di bin prosedurên hûrgulî de tên pêkanîn û ji bo diyarkirina nasnameya wan testa DNA tê çêkirin.”