‘Heta misogerkirina azadiyê emê xeta azadiyê bişopînin’

Dayika Aştiyê Fehîma Omer yên beriya Şoreşa Jinan bi salan bi awayekê veşartî xebatên ji bo azadiyê meşandiye qala wan deman kir û peyama “Em ê xeta azadiyê bişopînin heta em azadiyê misoger bikin” da.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku bi pêşengiya jinan bipêş ket  ber bi 13’êmîn sala xwe ve diçe. Şoreş bi berxwedana bê hempa ya jinên şoreşê gihîşt lutkeyê, jinên xwediyê şoreşê salên dirêj bi awayekê ji hikûmeta Şamê veşartî kar û xebatên ji bo azadiyê meşandin. Yek ji wan jinan jî Dayika Aştiyê Fehîma Omer e ku lawê wê Îdrîs Qamişlo di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Fehîma Omer a niha 70 salî ye û ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ji sala 1986’an ve kar û xebatan ji têkoşîna azadiyê re kiriye û heta roja îro bi temenê xwe yê mezin dilê wê bi eşqa azadiyê lê dide. Fehîma Omer behsa kar û xebatên xwe yên wê demê ji ajansa me re kir.

Naskirina fikrên azadiyê

Fehîma Omer behsa nasîna xwe ya di nava tevgera azadiyê de kir û got: “Di sala 1986’an de li bajarê Qamişloyê naskirina me ji tevgera azadiyê re çêbû. Di wê demê de Qamişlo bajarekî biçûk bû sê tax hebûn min li wan hersê taxan kar dikir. Wê demê kar bi me xweş bû. Rast e her tişt di bin zehmetiyê de me dikir lê encamên baş me digirtin. Me terka fikir û felsefeya Rêber Apo û xwîna şehîdên xwe nedikir. Ji ber ku mala bavê min welatparêz bûn, min malbata hevjîn û zarokên xwe jî kir welatparêz. Her dem ez û zarokên xwe di nava xizmeta gel û welatên xwe de bûn.”

Ji xebatên veşartî ber bi Şoreşa Jinan ve

Fehîma Omer bal kişand ser zehmetiyên ku pê re rûbirû diman û wiha berdewam kir: “Di wê demê de dewleta Şamê gelek zextan li gelê Kurd dikir, qedexe bû ku Kurd bi zimanê xwe biaxivin, nedihîştin ku em nasnameya xwe nas bikin lê piştî ku ramanên Rêber Apo di nava me gelê Kurd de belav bû, naskirina me ji tevgera azadiyê re çêbû, em tevli nava Tevgera Azadiyê bûn. Her karê ku me wê demê dikir bi awayekî veşartî bû. Heta em gihîştin asta roja me ya îro û me şoreşê bi pêşengiya jinan misoger kir.” 

 ‘Ji 7 heya 70, em ê xeta azadiyê bişopînin’

Fehîma Omer armanca wan a bi xebatên tevgera azadiyê diyar kir û teqez kir ku ew weke Kurd her dem di nava têkoşînê de bin heta azadiyê bi dest bixin û got: “Armanca me bi kar û xebatên tevgera azadiyê ew bû ku em li welatekî azad û bi Rêber Apo re bijîn. Me dixwest asta têkoşîna xwe bilind, bikin çima mafên me Kurdan di welatê me de ne misoger in? Bi felsefeya Rêber Apo me dîroka xwe Kurdan nas kir û em ê her dem têbikoşin, heta ku em azadiya wî ya fizîkî misoger bikin. Ez ji hemû Kurdan re dibêjim bila şiyar bibin xiyanetê li hev nekin em Kurd in, bila dewletên dagirker bizanibin ku em Kurd ji 7 salî heta 70 salî tu carî serî natewînin em ê xeta azadiyê bişopînin heta em azadiyê misoger bikin.”