"Heta ku em Rêber Apo di nav xwe de nebînin em ranawestin"
Endama komîteya hemleya "Dem dema azadiyê ye" Sara Xelîl behsa hemleyê kir û got: "Êdî hemelya derbasî qada navneteweyî jî bûye. Ji lewre têkoşîn berdewam dike û heta em azadiya rêber Apo ya fizîkî bi dest nexin, em ranawestin."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- KJK`ê di 12`ê Îlona 2020`an de dest bi hemleya "Dem dema azadiyê ye" li ser asta Kurdistanê û derveyî welat ragihand. Li her devera Kurdistanê li gorî xweseriya xwe beşdarî hemleyê bûn û dest bi çalakiyan kirin. Li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pêşengiya hemleyê kir.
Ajansa me der barê pêşketin û asta hemleyê, hevpeyvîn bi endama meclisa jinan a PYD`ê ya herêma Firatê û endama komîteya hemleyê Sara Xelîl re çêkir.
Salek di ser hemleya bi armanca azadiya fizîkî ya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re borî. Xebateke çawa û di kîjan astê de hat meşandin?
Salên dirêj derbas bûn ku rêberê me di girtîgeha Îmraliyê de û di nava tecrîdeke giran de dijî. Ji lewre me dest bi hemleya "Dem dema azadiyê ye" kir. Her sazî, rêxistin, partî û beşa civakê li gorî xweseriya xwe çalakiyên cur be cur li dar xist. Bi sedan çalakiyên ji meşên dirêj, civîn, daxuyanî, semîner, mîtîng û hwd. çêbûn. Ev hemle li ser asta Kurdistanê hat destpêkirin lê me dît ku li derveyî welat jî gelê Kurd û dostên me jî çalakî li dar xistin. Mirov dikare bêje saleke bi çalakiyan dewlemend bû ku her kes bi dilxwaziyeke mezin di tevgerê de bû. Ne tenê pêkhateya Kurd her wiha pêkhateya Ereb jî beşdarî hemleyê bûn. Me civîn ji bo jinên Ereb li dar xistin ku jinan daxwaza lidarxistina mîtîngan li herêmên xwe kirin. Her wiha daxwaza çalakiyên cur be cur kirin ku mirov asta xwedîderketina wan li rêber Apo dibîne. Em dikarin bêjin hemleya me bandora xwe li ser tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Cudabûna vê hemleyê ji yên borî çi ye?
Hemle li ser asta Kurdistanê hatibû destpêkirin lê di roja îro de derbasî qada navneteweyî bûye. Di vê salê de felsefeya rêber Apo li ser asta cîhanê jî hat naskirin. Meş û protestoyên ku li Ewropayê ji aliyê kesên azadîxwaz ve hatin çêkirin vê yekê teqez dikin. Her wiha keştiya azadiya rêber Apo ku bi wêneyên wî hat xemilandin û ji Yewnanistanê ber bi Îtalyayê ve çû, gaveke gelek baş bû ku em pê kêfxweş bûn. Weke encam ji me re diyar dibe ku rastiya rêber Apo hatiye naskirin û têkoşîna seroketî ya ji bo tevahî gelan bi ser dikeve. Mirov dikare weke cudabûn van aliyan bigre dest.
Di demek e ku azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye rojeva tevahî cîhanê, hûn biryar û cezayên dewleta tirk ên li ser grava Îmraliyê çawa dinirxînin?
Rewşa Rêber Apo ya di girtîgehê de tê zanîn. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re nayê kirin. Tenê dema ku rewşa tendirustiya rêber Apo ne zelal bû, dewleta tirk di encama zextên ku ji aliyê gelê Kurd ve hatin çêkirin destûr da axaftina bi telefonê. Ji wê demê ve heta niha me tu agahiyên zelal ji rewşa rêber Apo negirtiye, tenê dewleta tirk cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re 6 meh û ya bi malbatê re 3 meh da. Lê em dizanin ku qedexe li ser rêber Apo hebû, dewleta tirk tenê bi vê daxuyaniyê fermî kir. Ev helwesta dewleta tirk tengaviya wan nîşan dide, ji ber ku êdî azadiya fizîkî ya rêber Apo ketiye rojeva fîlozof, zanyar, çalakvan, hiqûqnas, parêzer û hwd. ên cîhanî jî. Dewleta tirk hewl dide bibêje hemleya we bê bandor e lê metirsiya wan di kiryarên wan de eşkere ye. Em di vê çarçoveyê de dibêjin ku êdî azadiya fizîkî ya rêber Apo erka kesayet û gelên azadîxwaz yên cîhanê ye jî.
Bi taybetî weke jin, hûn bi têkoşînê çi nîşan bidin û pêşengiyê bi çi rengî dikin?
Salek di ser hemleyê re derbas bû lê çalakiyên me berdewam dikin. Ger ku hevdîtin bi rêber Apo re çêb û tecrîd jî rabe jî em ranawestin. Em dixwezin bi rêberê xwe re azad bijîn. Rast e em bi bîrdoziya wî dijîn lê ev yek ji bo me ne têrker e. Ji lewre em amade ne rih û canê xwe jî feda bikin. Me ev yek jî kiriye bi dehan ji jin û gelê Kurd agir berdane bedena xwe. Lê hêviya me ew e ku jinên cîhanê û Rojhilata Navîn jî dest bidin vê hemleyê, Rêber Apo ne tenê ji bo jinên Kurd têdikoşe, ji bo azadiya tevahî jinan e têkoşîna wî. Em dubare dibêjin, heta ku armanca hemleya me pêk neyê em ê rehet jiyan nekin û ranewestin. Têkoşîna me ji aliyê siyasî, civakî, leşkerî, hiqûqî û hwd. ve berdewam dike. Li ser vê bingehê em banga xwe li tevahî kesên ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan e dikin û dibêjin ku divê asta berxwedaniyê bilindtir bikin.