‘Heta ku em mafên xwe neparêzin em nikarin destkeftiyên xwe paşve bigrin’

Jinan diyar kirin ku tevî zagonên li Tûnisê, bi taybetî jinên li gundan di hemû qadên jiyanê de rastî tundiyê tên û gotin: "Heta ku em mafên xwe neparêzin, em nikarin destkeftiyên xwe paşve bigirin."

İHLAS HAMRUNÎ

Tûnis - Jinên ku îsal 13’ê Tebaxê Roja Jinên Tûnisê pîroz dikin, têkildarî 68’emîn salvegera weşana Zagona Rewşa Kesane ku weke metneke zagonîya ku mafên wan ên civakî, aborî û hiqûqî garantî dike tê dîtin, çalakiyan li dar dixin.

Bi guherîna hawîrdora siyasî ya piştî serhildanên ku di sala 2011’an de li Tûnisê dest pê kirin, di Zagona Rewşa Kesane ya li dijî jinan de hin guhertin hatin kirin. Ev guhertin jinên li welat xist tevgerê. Jinên ku dixwazin di Zagona Rewşa Kesane de guhertin bên kirin, balê dikişînin ser pirsgirêkên jinan bi taybetî jinên li gundan.

'Jin li gundan nikarin mafên xwe bikar bînin'

Moufida Jalalî ji bajarê Sidî Bûzîd got ku tevî zagonên ku piştgiriya mafên jinan dikin, rewşa jinan zêde neguheriye wiha dest bi axaftina xwe kir: “Jinên li bajarên mezin dest bi xebatê kirin û qismî serxwebûna xwe bi dest xistin, lê em nikarin heman tiştî ji bo jinên li gundan bêjin. Jin li gundan ji gelek mafan bêpar man, bi taybet ji mafê perwerdehiyê. Jinên li gundan gelek caran ji aliyê aborî ve girêdayî mêr, bav an birayên xwe dijîn. Ew nikarin tu mafên ku ji vê rewşê derdikevin bi dest bixe.”  

'Heta ku azadiya aborî nebe dê girêdanbûn bidome'

 

Moufida Jalalî da zanîn ku zîhniyeta mêr li her derê heye lê li gundan xwe zêdetir dide hîskirin û wiha got: “Piraniya kesên li gundan dijîn hîn jî girêdayî civaka mêrsalarî ne û dema ku biryarê didin yan jî çalakiyek herî hêsan wekî derketina ji malê bikin divê ji hevjîn, bav an birayê xwe bibêjin. Ev rewşa ku jin dijî ji ber lawazbûna qanûnê ye. Ev rewş dibe sedem ku jin nikaribin serxwebûna aborî bi dest bixin. Heya ku jin azadiya aboriyê bi dest nexin, wê girêdayîbûna bi mêran berdewam bike. Ji bo ku jin li ber xwe bidin û mafên xwe biparêzin pêwîste perwerdehiya hişmendiyê bê dayîn. Ji ber ku ger jin hay ji mafên xwe nebe, nikare rastiya xwe eşkere bike. Ew ê di karakterê xwe de qels bimîne û jiyanek girêdayî rêve bibe. Heya ku jin mafên xwe neparêzin, wê nikaribin destkeftiyên ku ji destên wan hatine dizîn paşde bigirin.”

'Jin li hemû qadên jiyanê rastî tundiyê tên'

Wîdad Hamdounî yek ji jinên Tûnisî wiha got: "Ji serxwebûnê heta niha tiştekî girîng ji bo berjewendiya jinan bi dest neketiye, ji ber ku jin hîn jî heman êşê dijîn, bi taybet tundiya ku ji mêr û malbatên xwe dibînin.. Bi zagonan re li herêmên hundir tundiya li dijî jinan zêde bûye Di nava xizaniyê de bê maf bûyîn bûye sedem ku zîhniyeta mêr di hemû qadan de bi taybetî di warê siyasî û aborî de serdest be û jin ji beşdarbûna pêvajoyên biryargirtinê bêpar hişt."

'Divê jin bên destekkirin'

Wîdad Hamdounî bang li pêkanîna zagonên ku mafên jinan diparêzin û piştgirî dikin kir jî wiha got: “Divê dewlet bi tevahî piştgiriyê bide jinan, bi taybetî yên ku di rewşên cuda de ne. Ji bo jinên berdayî, yên ku li kar digerin, yên di sektora çandiniyê de dixebitin, yên di warê aborî de kêmendam in û gelek qadên din divê zagon têkevin devrê de. "Jinên ku sîgortaya wan a tenduristiyê tune ye û şert û mercên xebatê yên ewledar nînin bi seyahata bi kamyonên mirinê jiyana xwe ji dest didin."

'Zagon nehat bicihanîn'

Çalakvana civaka sivîl Fadîa Xaşûsî got ku tevî zihniyeta desthilatdar ku hîna jî li ser civaka Tûnisê serdest e, jinên Tûnisî ji dema serxwebûnê ve bi taybetî di asta mirovî û zagonî de gelek destkeftî bi dest xistine û wiha pê de çû: “Rûxmê zagona hejmara 58’an, li dijî jinê tundî, komkujî û îstîsmar roj bi roj zêde dibe. Zagona Rewşa Kesane zagonek bû ku armanc dikir her cure tundî, cudakarî ji hol rake. Azadî û parastina jinan pêk bîne. Lê belê qanûn di pratîkê de nehat bicihanîn.”