'Heta ku azadî pêk were em ê berxwedana xwe bidomînin'

Li gel berdewambûna serhildana gel a şoreşgerî ya li Îranê, dirûşmên “Em bi xwîna hevrêyên xwe sond dixwin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” li kolanan deng vedide.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kiribûn, zêdetirî 5 meh in didome. Tevî hemû zextên hikumeta Îranê jî her şev xwepêşandanên şoreşgeran ên li dijî rejîma Îranê bi şêweyên cuda berdewam dikin.

Li Sinê, Tehran, Kamiyaran, Meşhed, Kangavar, Kerman, Borûcerd, Kîş û Karazê jî duh bi şev çalakiyên protestoyî berdewam kirin. Xwepêşanderan dan zanîn ku ew ê tola şehîdên xwe yên di rêya azadiya gel de jiyana xwe ji dest dane hilînin û heta bigihêjin azadiyê wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li bajarên Sinê û Çabaharê xwepêşanderan baregeha Basê dan ber agir. Li bajarên Kerec û Tehranê dirûşmên “Bimre Hamaney” û “Bimre dîktator” hatin berzkirin.

Her wiha li bajarên cuda yên Îranê pankart û alên hikûmetê yên Komara Îslamî hatin çirandin û şewitandin.