‘Heta hûn bi komkujiyan re hevrû nebin aştiya civakî pêk nayê’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ser komkujiya Digorê hatiye girtin û bal kişand ku divê dewlet bi komkojiyê re hevrû bibe û got: “Riya pêkvejiyanê, bi hevrûbûna komkujî û hesabdayînê dibe.”

Navenda Nûçeyan- Gundiyên Digora Qersê di 14’ê Tebaxa sala 1993’yan de ji bo şermezarkirina ferzkirina cerdevaniyê, ambargoya xurek û zextên dewletê, ber bi Digorê ve meşek li dar xistibûn. Dema ku 2 km. ji navenda navçeyê re mabû tîmên taybet gule li welatiyan reşandibûn û 6 jê zarok bi giştî 17 kes hatibûn qetilkirin.

Di komkujiyê de welatiyên bi navê Gulcan Çagdavul (8 ), Selvî Çagdavul (14), Yeter Kerencîler (13), Necla Geçener (14), Zarîfe Boylu (15), Erdal Bugan (17), Zeynep Çagdavul (19), Hacer Hacioglu (20), Suna Çîdemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydin (27), Cemîl Ozvariş (39), Giyasettîn Çalişçi (41), Hasan Çagdavul (43), Suleyman Taş (47), Nûrettin Orun (80) û Tutiye Talan (66) jiyana xwe ji dest dabûn û 63 kes jî birîndar bûbûn.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Qersê li cihê komkujiyê daxuyanî dan.

‘Ser komkojiyê hate girtin’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku kesên xwestiye zilmê protesto bike û li ser wan gule hatine reşandin. Berevajî çavkaniyên fermî, hejmara birîndaran gelek zêdetir bûye û rastî hatiye veşartin û wiha got: “Li nexweşxaneyan zext li birîndaran hat kirin û rastî nêzakatiyên xirab hatin. Em dizanin ku heta niha jî di bedena hinek welatiyan de gule hene û ji ber ku wê rojê neçûn nexweşxaneyê, ev rastî derneketiye holê. Desthilatdariya siyasî û dewletê jî bi riya daraz û hêzên ewlekariyê ev komkujî veşartin. Bi salan nehiştin bên darizandin. Doz, bi beraetê bi encam bû.”

‘Hevrûbûn çênebe aştî çênabe’

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku divê dewlet bi Komkujiya Digorê re hevrû bibe û got: “Ger hûn bi komkujiyên li dijî gelan û baweriyan tên kirin re hevrû nebin, hûn ne dikarin demokratîk bibin ne jî aştî pêk tê. Riya pêkvejiyanê bi hevrûbûn û hesabpirsînê pêkan e. Heta berpirsyar neyên cezakirin, hesabpirsîn jî nabe.”

Piştî axaftinê, navê 17 kesên ku di komkujiyê de hatine qetilkirin hatin xwendin. Ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl danîn cihê lê hatine qetilkirin.