‘Heta azadiya hemû jinên Êzidî em ranawestin’

Nalîn Reşo da zanîn ku Mala Êzidiyan a Hesekê xebatên xwe yên ji bo rizgarkirina jin û zarokên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin didomîne û heta hemû jinên revandî rizgar nebin, ew ê ranewestin.

DELAL REMEZAN

Hesekê- Mala Êzidiyan ku di sala 2012’an de li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, xebatên xwe yên ji bo rizgarkirina jin û zarokên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin û çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyan didomîne. Nalîn Raşo têkildarî xebatên Mala Êzidiyan a ku 7 sal in di nava wê de dixebite û endama wê ye, ji ajansa me re axivî.

‘Em ji bo rizgarkirina jin û zarokan dixebitin’

Nalîn Reşo diyar kir ku Mala Êzidiyan a ji bo yekitî û bihevrebûnê hatiye avakirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyan li herêmên cuda yên Sûriyeyê, dîtin û rizgarkirina jin û zarokên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin, xebatên xwe dimeşîne. Nalîn Reşo bi bîr xist ku bajarokê Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin û got: “Bi hezaran malbat li Kampa Holê hatibûn bicihkirin û bi dehan jinên Êzidî hatin rizgarkirin. 165 jin bi riya Mala Êzidiyan hatin rizgarkirin. Em hewl didin bi hevkariya bi gelê Şengalê re xwe bigihîjînin hemû jinên hatine revandin û nasnameyên wan tesbît bikin. Her wiha QSD ji bo azadkirin û gihandina jinên Êzidî bi awayekî xurt dixebite.

‘Em piştgiriya derûnî û menewî didin’

Nalîn Reşo diyar kir ku li kampa Holê bi hezaran jin û zarokên Êzidî hene û wiha got: “Jinên Êzidî yên li kampê rastî gefên mirinê tên. Ji ber ku ji jinên DAIŞ’ê yên li kampê ditirsin nikarin xwe îfade bikin. Hinek ji bo zarokên xwe ditirsin, hinek jî rastî tundiyê hatine. Jinên ji kampê hatin rizgarkirin îro pirsgirêkên derûnî dijîn û derbaskirina vê rewşê gelekî zehmet e. Jinên Êzidî yên hatine rizgarkirin kiryarên dijmirovî yên DAIŞ’ê vedibêjin. Em dixwazin bi piştgiriya derûnî û menewî wan careke din bi awayê baş vegerînin nava civaka Êzidî.”

‘Em dixwazin jinên Êzidî bibînin û azad bikin’

Nalîn Reşo da xuyakirin ku lêgerîna jinên Êzidî hê jî berdewam dike û heta ku negihîjin hemû kesên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin, ew ê ranewestin û got: “Em li kampa Holê û herêmên din bi çavkaniyên di destên xwe de li jin û zarokên Êzidî digerin. Beriya niha bi çend rojan jinek ji bajarê Idlibê yê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hat rizgarkirin. Gelek jinên Êzidî hene ku weke kole wan firotine herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de. Em hewl didin bi riyên cuda xwe bigihîjînin wan.”

Nalîn Raşo destnîşan kir ku weke Mala Êzidiyan ew ê li dijî her cure tundî û zilmê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em dixwazin jinên Êzidî yên rastî zilmê hatine, bibînin û wan azad bikin. Armanca me ew e ku Êzidiyên ku li gelek deverên cîhanê belav bûne bînin gel hev û pirsgirêkên wan çareser bikin. Em dixwazin Êzidî vegerin warên xwe û destûr nedin fermaneke din.”