Heta 15 salan cezayê girtîgehê ji Halîse Aksoy re hat xwestin

Îdianameya der barê Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê di qutiya kargoyê de teslîmê wê hatibûn kirin bi îdiaya ‘ji bo endamên rêxistinê diyarkirina malên pê bawer’ heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.

Amed- Halîse Aksoy ku raya giştî wê bi cenazeyê kurê wê Egîd Îpek ê HPG’î yê li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî beriya sê salan bi kargoyê jê re hatibû şandin tê naskirin, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de bi şahidê vekirî Umit Akbiyik bi îdiaya ‘ji bo endamên rêxistinê diyarkirina malên pê bawer’ hatibû girtin.

Îdianame hat erêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Halîse Aksoy de îdianameya ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ye ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan daxwaza cezayê girtîgehê erê kir. Îdianame ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

 Sê sal in polîs mala wê dişopînin

Di îdianameyê de derket holê ku piştî 2 mehan girtina hestiyên kurê wê, di 2’yê adara 2020’an de mala wê ya nû ji aliyê tîmên Miduriyeta Polîsan a Amedê ve  hatiye şopandin û hat diyarkirin ku bi îxbarekê bi ser malê de girtine. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku endamên Meclisa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rojekê piştî îxbara di 23’ê kanûna 2020’an de hat kirin li mala Aksoy hatine binçavkirin weke “endamên rêxistinê” hatin pênasekirin lê qala berdana her çar endamên HDP’ê ya di heman rojê de û biryara neşopandinê ya der barê Halîse Aksoyê de nehat kirin.

‘Yên ku ‘Mala vaşartî’ nizanin nîn e!

Di îdianameya ku şahidê vekirî Umît Akbiyik îdia dike ku ew ‘malek e pêbawer’ e û ‘mala pêbawer a rêxistinê ye’ tê îdiakirin ku siyasetmedar jî di nav de bi dehan kes li mala ku tê îdiakirin ‘veşartî ye û pê bawer e’ dimînin. Di îdianameyê de navên kesên ku di îfadeyên Akbiyik de û di lêpirsîna polîsan de li ‘mala pêbawer’ a Aksoyê mane jî hene. Hat diyarkirin ku E.K., H.B.K., H.D, C.Y., N.O., S.A., A.P., B.Y., B.U., S.A., M.S.A., Z.K., V.B., H.G., S.A., A.C., D.K. li mala Aksoy mane. Di îdianameya ku gelek ji wan hê jî bi awayekî aktîf siyasetê dimeşînin weke “endamên rêxistinê” cih digrin de hat îdiakirin ku Aksoy bi wergirtina van kesan a malê “ji bo endamên rêxistinê cihêkî pêbawer peyda kiriye.” Her wiha alîkariya xurekê ku Aksoy di pêvajoya pandemiyê de ji bo hewcedar bû wergirtiye jî di nava sûcdariyan de cih girt. 

 Bi keç û parêzerê xwe re di nava têkiliyan de ye!

Di îdianameyê de cih dan van gotinên şahidê vekirî yên der barê Aksoyê de “Kesa bi navê Halîse di hin deman de hevpeyvîn dikirin û bi rojnamevanan re hevdîtin dikir. Di van hevdîtinan de zêdetir ji ber lawê wê li çiya jiyana xwe ji dest da bi armanca propagandayê hevpeyvîn dikirin.” Aksoy dîsa bi têkiliya rojnamevanên ku pê re hevpeyvîn kirin hatiye sûcdarkirin. Di îdianameyê de bi têkiliya rojnamevan Berîtan Canozer û Derya Ren ên piştî cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hate şandin pê re axivîn jî hate sûcdarkirin. Aksoy her wiha bi hincetên sînyalên telefonan û qeydên HTS’ê têkiliya bi keça xwe Mizgîn Karataş û parêzerê wê Mehmet Oner re jî hate sûcdarkirin.

Di îdianameyê de îfadeyeke din a bi nakok bû ya kesê bi navê Serhat Karataş e. Di îdianameya ku dîroka îfadedayîna Karataş cih nagire de tê gotin ku Aksoy di 10’ê adara 2019’an de çûye mala ku lê dimîne, lê Karataş îdia kiriye ku Aksoy ji mala xwe ji bo xwepêşandêrên ku di salên 2015-2016’an de di dema qedexeya derketina derve de li kolana Sentoyê beşdarî pevçûnê bûne xwarin û vexwarin aniye. Di îdianameya ku gotinên Karataş ên “Dema me çalakî dikirin vê jinê ji me re nan, meqerne û şorbe dianî” tê de cih girt de hate îdiakirin ku Aksoy “malbata nirxan e” û girteka vê jî di 20’ê adara 2023’yan li dosyayê hatiye zêdekirin.

 ‘Ji ber zarokên xwe têkiliyên wê bi rêxistinê re heye’

Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Aksoy ji ber kurê xwe Egîd Îpek ê hat kuştin û keça wê Ş.Î. ku hat diyarkirin tevli rêxistinê bûye, têkiliya wê bi rêxistinê re heye û di nava rêxistinê de weke ‘malbata nirxan’ tê penasekirin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku ji ber sûcên Aksoy jê tê sûcdarkirin sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ kiriye.

Heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin

Bi qebûlkirina îdianameya ku ji Aksoy re ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin re danişîna dozê ya ewil dê di 6’ê Cotmehê de bê dîtin.