Hesabên JINNEWS, MA û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
Hesabên X’ê yên ajansa JINNEWS, Mezopotamya û rojnameya Yenî Yaşamê li Tirkiyeyê hatin astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Hesaba medyaya dijîtal a X’ê ya JINNEWS ya bi navê @jinnewsturkce hate astengkirin. Têkildarî sedema astengkirinê tu agahî nehat dayîn. Li aliyê din di 4’ê çileyê de hesabê wan ên Instagram û YouTube jî hatin astengkirin.
Di heman demê de Hesaba X’ê ya Rojnameya Yenî Yaşam û Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya @Maturkce, li Tirkiyeyê hate astengkirin. Têkildarî astengkirina hesaba ku 263 hezar şopînerên wê hene, tu agahî nehatin parvekirin.