Hesabê X yê beşa Kurdî ya JINNEWS’ê hat astengkirin
Hesabê X yê ajansa nûçeyan a Jinan ê berê JINNEWS’ê ya beşa Kurdî ‘@JinnewsKurmanci’ hat astengkirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/02/20240217-20240217-823x463cc-kurmanci-twiter-png6ff47b-image-1-jpgfb9c65-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Ajansa Nûçeyan a Jinan JINNEWS ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê weşanê dike beşa Kurdî ya JINNEWS’ê ‘@JinnewsKurmanci’ ji aliyê X (twittira berê) ve hat astengkirin.
Berê jî hesabên JINNEWS’ê yên înstagramê bêyî tu sedemek were nîşandan hatibûn girtin.