Hêrsa gel mezin dibe
Kûrbûna krîza aborî ya li Tirkiyeyê dîsa bi sedan kesî derxist kolanan. Li gelek nuqteyan bi sedan kes bi beroş û miqlikan tevli çalakiyê bûn û wiha bang li hikûmetê kirin; "Em nikarin debara xwe bikin." Zêdebûna dovîz, biha, kotaya firotina madeyên bingehîn ên li marketan, rawestandina xebatên bankayan û daxuyaniyên hikûmetê hêrsa gel mezintir dike.
Navenda Nûçeyan- Bi bilindbûna bihayê pereyên biyanî, buhabûna hilberînên bingehîn jî her diçe zêde dibe. Hêrsa li dijî krîza aborî gel diherikîne kolanan, gel li hemberî tiştên diqewimin li bendê ye ku hikûmet îstîfa bike. Gelek kesên ku li gelek nuqteyên Tirkiyeyê gotin; "Em nikarin debara xwe bikin" bi daxwaza îstîfaya hikûmetê di çalakiyê de bûn.
Bala geşedanên duh ên krîza aborî ku gel daket kolanan, dîsa guherînên Bankaya Navendî û etîketan bû. Bilinbûna dovîza ku daxistina faîzê ji aliyê Bankaya Navendî ve ji bo demekê nehat rawestandin, dîsa di asta rekorê de ma. Di dawiya rojê de di dolar û ewroyê de kêmbûnek qismî hat jiyîn.
Li bankayan muamele rawestiya, market derbasê kotayê bûn
Bi zêdebûnê re bankayan muameleya dovîzê dan sekinandin û firotina hin berheman jî hat rawestandin. Di nava van de yên sereke gubre û dermanên çandiniyê ne. Li marketan firotina bi kotyêa dest pê kir. Bi taybetî dema ku marketên mezin hejmareke kêm a hilberînên curbe cur li ser refikan sererast dikirin nivîsên ku diyar dikin pêvajoya firotanê ya bi kota hatiye destpêkirin li marketan hatin dalaqandin.
Der barê bikarhênerên medyaya civakî de lêpirsîn
Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ragihand ku der barê 271 bikarhênerên hesabên ku li ser medyaya civakî li dijî buhabûnê bang kirine lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di daxuyaniya Midûriyetê de wiha hat gotin: "Der barê lêkolîna kesên ku hatine tesbîtkirin li ser 271 hesabên ku tê dîtin naveroka manîpulatîf û dezenformasyonê parve kirine û her wiha naverokên ku guheriye dovîzan manîpulê dike û teşwîq dike ku gel ber bi kîn û dijminatiyê ve diçe û bang li gel dike ku dakevin kolanan hêz û tundiyê bi kar bînin, lêpirsînên hiqûqî hatine destpêkirin."
Li Stenbolê 70 kes hatin binçavkirin
Welatiyên li Stenbolê ku bi gotina "Em nikarin debara xwe bikin”, "Hikûmet îstifa", li dijî bihayê ketina rekor a TL û zêdebûna anflasyonê ya bi buhabûnê re daketin qadan, rastî astengiya polîsan hatin. Di daxuyaniya ku li ber Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hat kirin de ev hat gotin: "Li Kadikoy, Şîşlî, Eyupsultan, Bakirkoy û Beylîkduzuyê xwepêşandanên bêdestûr hatine kirin" û hat diyarkirin ku 46 mêr û 24 jin bi giştî 70 kes hatine binçavkirin. Çalakiya li Kadikoyê beriya bê destpêkirin rastî êrîşa polîsan hat.
Li Îzmîr û Bursayê çalakî
Li Îzmîrê jî gelek kesên ku hatin gel hev gotin; "Ev pergal bi vî rengî naçe." Girseya gel a li bazara Karşiyakayê kom bû, diyar kir ku ew ê li dijî bûyerên qewimîn dest ji têkoşînê bernedin. Bursa jî yek ji navnîşanên çalakiyê bû. Girseya gel a bi hejmarek zêde kombûyî, bertek nîşanî hikûmetê dan. Hêzên Demokrasiyê yên Bursayê li dijî krîza aborî li Qada Fomarayê daxuyanî dan.