Herî kêm 147 kes di pevçûnên li Sûriyeyê de mirin

Li Sûriyeyê rageşiyeke leşkerî ya xeternak heye, di encama pevçûnên dawîn ên li berava Sûriyeyê hejmara kuştiyan 147 kes derbas kir.

Navenda Nûçeyan – Li gelek bajarên Sûriyeyê; Laziqiye, Tartûs, Humis rageşiyeke leşkerî ya xeternak heye. Di encama van rageşî û pevçûnên dualî yên hêzên girêdayî rêveberiya demkî ya HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) ya cîhadîst û komên çekdar de zêdetirî 147 kes di du rojan de hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 37 endamên wezaretên parastinê û hundirîn û 34 jî ji artêşa rejîma berê ne û 7 jî sivîl in. Her wiha bi dehan kes jî birîndar bûn, winda û dîlgirtî ne.

Girêdayî mijarê, desthilata Şamê sewqiyetên leşkerî yên mezin li bajarên Laziqiye, Tartûsê û gundewarên wan belav kirin. Li kêlek van rageşiyan her du aliyan hev du bi pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan tawanbar kirin.

Li gorî raporên xwecihî û agahiyên ji şahidan tên wergirtin, di encama pevçûnan de wêraniya mezin û fireh çêbûye, mal hatine şewitandin û sivîlan zirarên mezin dîtine.

Li ser dezgehên çapemeniyê wêne û dîmenên mezinahiya wêranî û komkujiyan diyar dibe. Her wiha di dîmenên ji herêman tên parvekirin ve bi dehan cenaze li kolan û eraziyan hatine dîtin hene.

Heta niha jî tu daxuyaniyek fermî ji her du aliyan ve der barê bîlançoya kuştiyan an jî hûrgiliyên êrişên leşkerî yên niha, digel hevtawanbarkirina li ser komkujiyan, nehatiye dayîn.

Digel nebûna tu însiyatîfeke agirbestê şer û pevçûn didomin. Ew jî nîşan dide ku karesateke mirovî li van herêman çêbibe û xeleka tundiyê zêde bibe.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, bi taybet li derdora Bendava Tişrînê, derdora bajarê Sirînê, gundewarê bajarê Kobanê, gundewarê bajarê Girê Spî yê dagirkirî û gundewarê bajarê Eyn Îsayê, didomîne.