Herî kêm 14 Filistînî ku piraniya wan zarok in ji aliyê Îsraîlê ve hatin qetilkirin

Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser malên li deverên curbecur ên Zivala Xezayê de gelek Filistînî ku di nav wan de zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî zîvala Xezayê bênavber didomîne.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, balefirên şer ên Îsraîlê maleke li Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li navenda Zivala Xezayê kir hedef. Di encama êrîşê de 2 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Hat parvekirin ku di êrîşên bi topan ên dijwar ên li dijî wargehên penaberan ên Burayj û Megaziyê de gelek kes birîndar bûne.

Cenazeyên 3 zarokan ji bin xirbeyê hatin derxistin

Di êrîşa li dijî Taxa Ez-Zeytûn a li başûrrojhilatê bajarê Xezayê de herî kêm 8 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî parvekirinên tîmên tenduristiyê, cenazeyên 3 zarokên ji malbata El-Raî û dayika wan, ji bin xirbeya mala wan a ku beriya 2 rojan ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve li kampa Nuseyrat a li navenda bajarê El-Şamê hatibû topbarankirin, hatin derxistin.

37 hezar û 431 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniya ku duh ji aliyê Wezareta Tenduristiye ve hat dayin de li Xezaye ji 7’e Cotmehe vir ve di erişen İsraile li ser Xezaye de 37 hezar û 431 Filistinî ku ji wan 15 hezar û 517 zarok, 10 hezar û 279 jin in hatine qetilkirin 85 hezar û 653 jî birîndar bûne.